Dêlêgasîya ji komîtêya pisporên peymana Avropayê ya ji bo zimanên herêmî yan kêmaran ya konsêya Avropayê hatîye Ermenîstanê

Dêlêgasîya ji komîtêya pisporên peymana Avropayê ya ji bo zimanên herêmî yan kêmaran (COMEX) ya Konsêya Avropayê bi serdana xebatê hatîye Ermenistanê.
Li gorî “Armenpress”ê, wezîreta Ermenîstnêye perwerdê, zanîst, çand û werzişê ragîhandîye ku armanca serdanê nirxandina kar û rêzikên qanûnî yên ku ji bo parastin û pêşvebirina zimanên hindikahîyên neteweyî -asorîya, êzdîkî, yûnanî, rûsî û kurdî hatine armanc kirin û her weha pêkanîna pratîkî ya daxwazên şertê li Komara Ermenîstanê ye, ku wê li gorî rapora dewra şeşemîn ya Ermenistanê bê raber kirin.
Di çarçoveya serdanê de endamên dêlêgasîya COMEX ê bi cîgirên wezîrên Ermenîstanêye perwerdê, zanist, çand û sportê Artûr Martîrosyan û Danîêl Danîêlyan û seroka komîtêya ziman Sîranûş Dvoyanê re hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinan de polîtîkaya dewletê ya ji bo parastina zimanên hindikahîyên neteweyî, hebûna pirtûkên dersê yên bi zimanên asorî, êzdîkî, yûnanî, rûsî û kurdî, hînkirina ziman, matêryalên dîdaktîk yên bi van zimanan û tabela hatin nîqaşkirin. Ji bo parastin û pêşvebirina mîrata çandî û kevneşopîyên neteweyî yên hûrgelên neteweyî, behsa amadekarî û ji nû ve perwerdekirina kadroyên pêdagoîyê, bername û înîsîyatîva ku bi piştgirîya dewletê tên meşandin hat kirin.
Cîgirên wezîrên Ermenîstanêye perwerdê, rewşenbîrî û werzîşê tekezî li ser wê yekê kirin ku wezîret bi hewldana ji bo cî bi cîkirina prînsîpên peymana avropî ya zimanên herêmî yan kêmaran û bendên peymannameyê tekez kirin ku hûrgelên netewî di navenda bala dewletê de ne. Hat destnîşankirin ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman, kevneşopîyên neteweyî û çanda kêmnetewên ku li Komara Ermenîstanê dijîn wê gavên aktîv bên avêtin.
Şanda Şêwira Avropayê ji endamên komîtêya pisporên peymana avropî ya ji bo zimanên herêmî yan kêmaran pêk dihat: profesora zmannasî û lêkolînên slavonî li zanîngeha Bêlgradê, Lyûdmîla Popovîç (Sêrbya), profesorê hiqûq û rêvebirîyê li zanîngeha Gras, Aûstrîya, Yûrgên Pîrkêr (Aûstirîya, dêlêgasyona çandî ya Ermenîstanê) nûnerê sêkrêtarîya peymana avropî ya ji bo zimanên herêmî yan kêmarî ya Şêwira Avropayê Kînga Cênsên Magyar.
Endamên dêlêgasîyayê her wiha li dibistanên fermî liArznîyê, Elegezê, Lêrmontovê, Yaxdanê û Fêrîkê yên ku zimanên hindikahîyên netewî lê tên perwerdekirin, zîyaretên lêkolînê kirin. Endamên şandeyê bi mamoste û rêveberên dibistanan re, nûnerên rêveberîyên herêmî û endamên meclîsa rûspîyan re hevdîtin pêk anîn.
Her wiha bi wezîretên tenduristîyê û edaletê yên Ermenîstanê, encûmena weşana giştî, nûnerên dezgeha kêmarên netewî û kar û barên olî ya serokwezaretîya Ermenîstanê û her weha bi rêxistinên sîvîl yên ku di nav encûmena kêmarên netewî de cîh digirin, di serdana xwe ya Ermenistanê de, heyeta COMEX ê bi parlamêntarên meclîsa netewî ya êzdîyan û asorîyan re jî hevdîtin pêk anîn.
Serdana komîteya pisporan ya peymana Avropayê ya ji bo zimanên herêmî yan kêmaran ya konsêya Avropayê wê bi weşandina raporekê li ser mijarên li jor be.







