H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bi xurtî pabend e ku rojeva xwe ya dualî bi Yekîtîya Avropayêra berfireh bike:Mîrzoyan

Ermenîstan dîyaloga xwe ya xurt didomîne û bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê re têkilîyên xwe pêş dixe. Wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li konsêya kar û barên cîhanê ya Hindistanê (ICWA) daxuyanî daye.

 “Di encama civîna sêalî ya ku 5 ê nîsana  sala 2024 a de hat lidarxistin , daxuyanîya hevpar ya Ermenîstan-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûy-Yekîtîya Avropayê hat qebûlkirin. Sala par jî rûniştina asayî ya dîyaloga me ya stratêjîk bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî re hat dîtin, ku berîya du mehan bi îmzekirina peymana hevkarîya stratêjîk bi dawî bû.

Ermenîstan bi xurtî pêbend e ku rojeva xwe ya dualî bi Yekîtîya Avropayêra  berfireh bike û hevkarîya piralî kûr bike. Em niha li ser rojeveke nû ya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayêyê mûzakar dikin, ku dînamîkên erênî yên di têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de nîşan dide. Dema ku ev pêşnîyarên hevkarîya azwerî bêne cî bi cîkirin, ew ê bibin gaveke din ya girîng ji bo nêzîkkirina Ermenîstanê ji Yekîtîya Avropayê û civata berfireh ya avropî re, li gorî daxwazên avropî yên hemwelatîyên ermenî. Mîsyona sîvîl ya Yekîtîya avropayê li Ermenîstanê, ku li ser sînorê me bi Adirbêcanê re ye, di van du salên dawî de bi girîngî beşdarî domandina aramîyê li herêmên sînorî û rû bi rûbûna xetereyên zêdebûnê kirîye.

Hevkarîya me ya bi yekîtîya aborî ya Avrasyayê re di tomarkirina mezinbûna bazirganîya bi Rûsyayê re roleke girîng lîstîye. Em ji bo kûrkirina hevkarîyê bi welatên Asyaya Navîn, Çînistanê û welatên din yên hevkar re gavan diavêjin.

“Bi giştî, hukumeta Ermenîstanê sîyaseteke derve ya hevseng û berevajî pejirand, nêzîkatîyek ku heke hûn bixwazin, dikare bi “xweserîya stratêjî” ya Hindistanê bê berhev kirin”,- ewî destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button