SerekeSîyasî

Gelek welat û rêxistinên avropî û erebî pêşwazîya lihevkirina serkirdayetîya Sûryayê li gel kurdan kirine

Berpirsa sîyaseta der ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalas pêşwazî li rêkeftina di navbera Hêzên Sûrya Dêmokratîk ya kurd û hukumeta Sûryayê de kir û tekez kir ku ev rêkeftin wê rê li ber aramî û paşerojeke baştir ji Sûryan re veke.

Li gorî “Armenpress”  ê, ev yek ji alîyê sêrvîsa çapemenîyê ya Yekîtîya Avropayê ve hatîye ragîhandin.

“Em pêşwazîyê li geşedanên sereke dikin di rêya rast de ji bo veguhêzeke berfireh, bi rêkeftina ku duh di navbera Hêzên Sûrya Dêmokratîk û Damaskosê de hat ragihandin, ku dikare rê li ber aramîyeke mezintir û pêşerojeke baştir ji gelek Sûrîyan re veke. Ji bo sivikkirina rewşa dijwar ya civakî-aborî li aliyê me û li Sûrîyayê, Yekîtîya Avropayê hin tedbîrên sînordar nedane rawestandin”.

Kalasê bang li hemû aliyên derîye kirîye ku rêzê li yekrêzî û serwêriya Sûryayê bigirin.Duyjarîk di civîneke çapemeniyê ya rojane de diyar kir ku nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûrayayê Gêyr Pêdêrsen hêvî dike ku ev rêkeftin bibe alîkar û piştgirî û bihêzkirina proseya veguhestina sîyasî.

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûrîyayê Gêyr Pêdêrsên bang li aktorên sereke yên navneteweyî, di nav de Amêrîkayê, Tirkîyayê û hevkarên herêmî jî kirîye, ku piştgirîyê bidin gelê Sûryayê di pêkanîna agirbesta li seranserî Sûryaê û avêtina gavên rasteqîn ji bo bihêzkirina aşîtî û aramîyê li bakûrê rojhilatê Sûryayê.

Di çend sehetên dawî de ji alîyê Erebistana Saûdîyê, Qeterê, Kûvêytê, Urdunê, Tirkîyayê, Almanyayê û Dewletên Amêrîkayêye  Yekbûyî jî daxuyanîyên bi xêrhatina peymanê hatin kirin.

Rêveberîya xweser ya kurdî ya bi piştgirîya Amêrîkayê, herêmên berfireh yên bakûr û rojhilatê Sûrîyayê kontrol dike, di nav de kanên pêtrolê û gazê.

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk baskê leşkerî yê rêveberîya xweser li bakûr û rojhilatê Sûrîyayê ye, ku şerê li dijî “Dewleta Îslamî” bi rê ve dibe, heta ku karî koma têrorîst  sala 2019 a de ji baregehên xwe yên dawî derxîne.

Rêkeftina ku di navbera serokê Sûrîyayê Ahmed El-Şera û serkirdeyê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk ya kurdî Mezlûm Ebdî de hatîye îmzekirin, 8 xalên sereke dihewîne, ji wan garantîkirina mafên hemû gelê Sûrîyayê, naskirina civaka kurdî wek beşeke bingehîn ji dewleta Sûrîyayê, û garantîkirina mafên destûrî û sîvîl.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button