Înîsîyatîva Ermenîstanê ya “Xaçerêya aşîtîyê” xwedî girîngîyeke stratêjîk e: kolêgîya bazirganî ya Hevkarîya Avropayêye Êkonomîkî

Înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê Komara Ermenîstanê ve hatîye destpêkirin xwedî girîngîyeke stratêjîk e.
Li ser pirseke peyamnêrê “Armenpress” ê li Moskvayê, ev yek ji alîyê desteya bazirganîyê ya komîsîyona aborî ya Avrasyayê ve hatîye ragîhandin.
“Em hêvî dikin ku pêkanîna bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” wê rola Ermenîstanê di qada Avrasîya Mezin de bi taybetî bi berfirehkirina korîdorên veguhestinê û zêdekirina potênsîyala derbazbûnê bi girîngî xurt bike”. Di şîroveya fermî de wiha hatîye gotin: “Cihêrengkirina rêyên veguhestinê li Qafqasya Başûr wê ne tenê li ser pergala veguheztinê ya herêmê, lê her weha li ser pêşvebirina têkilîyên bazirganî yên bi Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û welatên sêyemîn re, ku Îran jî di nav de ye, bandorek erênî bike”.
Wezîretê tekez kir, ku hukumeta Îranê jî bi fermî piştevanîya xwe ji wê projeyê re ragîhandîye û tekez jî li ser wê yekê kir, ku hevkarîya di navbera welatên endamên Yekîtîya Avropaê û Îranê bi awayekî dînamîk pêş dikeve.
“Em ji niha ve nêzîkê muhleta ketina merîyetê ya peymana bazirganîya azad ya di navbera Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Îranê de ne”. Ew sala 2023 de hate îmze kirin di meha kanûnê de, û tê çaverêkirin ku di gulana îsal de bikeve merîyetê. Em di wê bawerîyê de ne ku cî bi cîkirina vê peymanê dê geşepêdana bazirganîyê bi girîngî teşwîq bike, ji ber ku ew ê rê bide ku potênsîyala bazirganî ya heyî bi bandortir bê bikar anîn. Di bersivê de hatîye gotinê: “Di çarçoveya rêkeftina li gel Îranê de, me encamên berçav di azadkirina baca gumrikê de di rêjîma bazirganîya azad de bi dest xistine û zêdetirî 90 selefê kelûpelan wê bê gumrikê bin.
Li gor nirxandina lijneya bazirganî ya hevkarîya Avropayêye Êkonomîkî yê hinardekirina kelûpelên Ermenîstanê bo Îranê bi awayekî berçav ji vê peymanê sûdê werdigire û piranîya kelûpelên ku tên hinardekirin wê di çarçoveya îmtîyazên gumrikê de bin. Ji bilî gihîştina bazarê, peymanê girîngîyek taybetî da mijarên hevkarîya sêktora aborî, bi taybetî, pêşveçûyîna veguhestin û veguhestina barkêşan.
“Bi zêdebûna girîng ya bazirganiya di navbera Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Îranê de, nûjenkirina binesazîya lojîstîkê, zêdekirina karîgerîya zincîreyên veguheztinê, dîcîtalîzekirin û her wiha pêşxistina navendên nû yên lojîstîkê di rojevê de ye”. Di vê çarçoveyê de, înîsîyatîva veguhestinê ya “Xaçerêya aşîtîyê” xwedî girîngîyeke stratêjîk e”,- şîroveya desteya bazirganî ya hevkarîya Avropayêye êkonomîkî dibêje.







