Çalakîyên ku ji bo hindikahîyên neteweyî tên kirin li dibistanan demam dikin

Di çarçoveya bernameya “Cirengîya çandî” ya weqfa “Navenda neteweyî ya pêşveçûn û nûjenîyê ya perwerdehîyê” de, çalakîyên ku ji bo hûrgelên neteweyî hatine veqetandin li dibistanên Ermenîstanê berdewam dikin, bi mebesta ku pêwendîya navçandî mîsoger bikin.
Li gorî rapora “Armenpress” ê, çalakîya din li dibistana seretayî ya jimare 3 a bajarê Masîsê ya herêma Araratê pêk hat û tê de agahîyên dîrokî li ser cihû, yûnanî, rûs û êzdîyan, kevneşopîyên wan yên netewî, çand û xwarinên wan hatin pêşkêşkirin.
Koordînatora piştgiriya perwerdehiya pîşeyî ya dibistanê Satênîk Bagdasaryanê bal kişand ser girîngîya vê çalakîyê û dîyar kir ku ev çalakî perwerdehî û hînkerî ye û wiha gotîye: “Şagirtan bi hemû dîyardeyên xwe hindikahîyên neteweyî nas kirin”. Tewra kevneşopîyên ku bi pêjgeh û xwarinan ve girêdayî ne jî pêşkêş kirin. Ev hemû bi dîlana neteweyî ya hindikahiyên netewî, pêşkêşkirina cil û berg û xwîndinê bi dawî bû. Min di wê de kûrbûneke mezin, wateyek perwerdehî û mezinkirinê dît. Bagdasaryanê wiha gotîye: “Ez difikirim ku ev dikare bi rengên piçûk û nûjeniyên cûda berdewam bike, da ku heman tişt dubare nebe, lê bê guman di warê ragihandina navçandî û gihandina ramana wekhevîyê di nav zarokan de, ev yek pir bi xêr hatî”.
Bi gotina wî, di çalakîyê de şagirdên koma 6 û 7 a beşdar bûn, ku wan mijarên pêwendîdar pêşwext wergirtin, ji hev cuda kar kirin, û piştre ew hemû di çarçoveya çalakiyê de li hev kirin.
Vîdyoyên ku li ser cihûya, yûnan, rûsa û êzdîyan vedibêjin, di slaydekê de hatin raberkirin, ku hemî meylên wan yên çandî yên neteweyî nîşan didin: xwaringeh, stran û dîlan, her weha cil û berg.







