
“Ez difikirim ku sedema yekem û ya herî girîng ew e ku amêrîkîyan bi rastî serkirdayetîya hêzên kurdî agahdar kirine ku îdî piştgirîya kurdan nakin”. Hat zanîn ku berî îmzekirina rêkeftinê, serkirdeyên tevgera kurdî bi fermandarê hêzên amêrîkî re hevdîtin pêk anîne û dibe ku di wê hevdîtinê de ji wan re hatîye gotin ku divê bi rayedarên navendî yên Sûrîyayê re li hev bikin. Tirkzan Rûbên Safrastyan di hevpeyvînekê de li gel News.am ê, di bersiva vê pirsê de ku çi bûye sedem ku kurdên Sûrîyayê bi desthilatdaran re lihev bikin,gotîye.
“Ez van hemûyan bi bûyerên girîng yên jêopolîtîk yên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin ve girêdidim”. Bi têgihiştina min, amêrîkî xwe amade dikin ku hebûna xwe li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûrîyayê, kêm bikin. “Ez wisa difikirim ku ew gavan diavêjin ku derfetê bidin Tirkîyayê da ku valahîya ku dê piştî çûna wan derkeve holê dagire”.
Li gorî Rûbên Safratyan, Tirkîya ji bo ku bandora xwe li Rojhilata Navîn zêde bike, firsend distîne.
“Tirkîya hilbet hewl dide ku rewşa Sûrîyayê di bin kontrola desthilatdarîya navendî de be, ku di esilê xwe de ajanên Tirkîyayê ne”. Têkilîya piranîya endamên hukumetê bi Tirkîyayê re heye. Daxwaza Tirkîyayê ew e ku desthilatdarên Sûrîyayê bi qasî ku ji destê wan tê kontrolek xurt pêk bînin da ku yekparçeyîya axa Sûrîyayê biparêze.Tirkzan destnîşan kirîye: “Bêguman Tirkîya planên xwe yên stratêjîk hene, ku esas ew e ku Sûrîya bibe dewleteke sereke ya di bin kontrola Tirkîyayê de û ev yek dê pêgehên Tirkîyayê li Rojhilata Navîn xurt bike”.







