SerekeSîyasî

Armanc ew bû ku raste-rast helwestên Ermenîstanê ji raya giştî ya Tirkîyayê re ragihînin: bi beşdariya nûnerên 10 saziyên çapemeniyê yên Tirkîyayê gera çapemeniyê hat lidarxistin

Di navbera 10-12 ê adarê de bi beşdariya nûnerên 10 saziyên çapemeniyê yên Tirkîyayê gera çapemeniyê pêk hat. Navenda ragihandin û têkiliyên giştî radigihîne.

“Armanca çalakiya ku ji aliyê navenda ragîhandin û têkiliyên gel ve hat organîzekirin ew bû ku helwestên Ermenîstanê yên derbarê avakirina aştiyeke bi îstîqrar li herêmê û asayîkirina peywendiyên Ermenîstan-Tirkiyeyê bi awayekî rasterast û bi berfirehî ji raya giştî ya Tirkîyayê re ragihînin û her wiha bi saziyên çapemeniyê yên sereke yên Tirkîyayê re peywendiyên hevkariyê çêbikin”.

Nûnerên medyayê bi serokwezîrê komara Ermenîstanê, gelek rayedar û nûnerên civaka pispor re hevdîtin û gotûbêj kirin. Beşdarên gera medyayê çûn serdana nuqteya kontrolê ya “Margara” ê ya li ser sînorê dewleta Ermenîstan-Tirkîyayê û li wir bi îmkanên nuqteya kontrolê ya ku dê bikeve meriyetê nas kirin.

Di bernameyê de beşeke kulturî jî hebû û di wê bernameyê de beşdaran bi destnivîsên ermenî yên Matenadaran, mîrata xalîçeya ermenî û kevneşopiyên şerabkirin û berhemanîna konjak nas kirin.

 Di daxuyaniyê de hatîye gotin: “Em ê hîn jî encamên navbeynkariyê bifikirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button