Wezîreta Ermenîstanêye karên der: têksta qayîlnivîsara aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatîye qayîlkirinê

Komara Ermenîstanê pêşnîyarên Adirbêcanêye derheqa du xalên projeya qayîlnivîsara aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda qebûl dike û pêşnîyar kirîye bi elametîya tevayîva pêşda bên,derheqa qayîlkirina têksta qayîlnivîsarêra bidine dîyarkirinê û derheqa dawîhatina hevraxeberdana bêjin.Derbarê wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirîye.
Nava elametîya wezîreta karên derda hatîye dîyarkirinê,wekî ev tabîya Yêrêvanê bi kanalên dîplomatî derbazî Bekûyê kiribûn.
“Bekûya fermî têra dîtîye ku bi elametîya yekalîva pêşda bê.
Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa îzbatkirina projeya qayîlnivîsara aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û îzbatbûna pêwandîyên di navbera dewletada dide dîyarkirinê û derheqa serhevdahatina danûstandinên dora qayîlkirina projeyê îzbat dike.
Bi vî cûreyî, qayîlnivîsara aşîtîyê bona îmzekirinê amadeye.Komara Ermenîstanê amadeye dora wedê îmzekirina qayîlnivîsarê û cîhê wê şêwirdarîya destpêke”,-nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.
Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov duh elam kiribû,wekî têkst hatîye qayîlkirinê û Yêrêvanê herdu xalên dawî qebûl kirine, danûstandin ser hevda hatine.







