Ermenîstan piştî qaylkirina têksta qaylnivîsarê qewilên ji alîyê Adirbêcanêda pêşdakişandî qebûl nake

Qewilên ku berî îmzekirina têksta qaylnivîsara aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, Ermenîstan qebûl nake, ew bona îmzekirina qaylnivîsarê amadeye û niha pêşnîyar dike ku dora cîh û wedê îmzekirina peymanê şêwira xwe bikin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye rojnamevana.
Bi axaftina derheqa serhevdahatina danûstandinên dora qaylnivîsarê û piştî wê yekê dora qewilên ku Adirbêcanê pêşda kişandine, wezîrê karên der gotîye: “Derheqa wê yekêda berê jî hatibû gotinê.Ji alîyê meda ew çawa beşeke rojevê nehatîye qebûlkirinê. Derbarê wê yekêda em danûstandina nakin.Pevguhartina fikira hebûye, wekî wana gotîye ku dewekarîya vî cûreyî heye, lê me jî gotîye wekî dewekarîya me jî heye û em dewekarîya wan qebûl nakin”.
Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî ew yek nebaşe, qewilê wî cûreyî pêşda dikişînin.
“Em hêvîdarin û amadene wekî em gerekê berbi îmzekirinê herin.Me hetanî duh jî pêşnîyar kirîye ku dora cîh û wedê îmzekirinê şêwira xwe bikin.Mixabin rexda qewil hatine pêşdakişandinê.Gerekê bixebitin, bibînin ku helkirina çi cûreyî gerekê bê dîtinê”,- wezîr gotîye.
Derheqa hevdîtinada niha tu pevketinek tune.
“Em her dem jî amadene gotûbêjkirina berdewam bikin”,- Mîrzoyan gotîye.
Em bêjin,wekî 13 ê adarê Ermenîstanê û Adirbêcanê derheqa wê yekêda elam kirin ku projeya qayîlnivîsara aşîtîyê hatîye qayîlkirinê.Hatibû gotinê,wekî alî amadene qaylnivîsarê îmzekin.Piştî wê yekê Adirbêcanê bona îmzekirinê qewil pêşda kişandin, mesele pirsa guhartina Konstîtûsîya Ermenîstanê.







