H’emû nûçeSereke
Paşînyan dewatkirina Pûtîn, ya bona beşdarbûna 80 salîya serkevtina nava şerê Wetenîyêyî mezinda, qebûl kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê 9 ê gulanê li Moskvayê beşdarî merasîma pêşkêşî 80 salîya cejina Serkevtinê bibe.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda malpera Krêmlêye fermî ragîhandîye û derbarê axaftina bi têlefonê, ya serokê Rûsîyayê û serokwezîrê Ermenîstanê, raber kirîye.
“Serokwezîrê Ermenîstanê îzbat kirîye, wekî ew dewatkirina serokê Rûsîyayê qebûl dike, bona ku 9 ê gulanê li Moskvayê beşdarî merasîma pêşkêşî 80 salîya cejina Serkeftinê bibe”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







