H’emû nûçeSereke

Pêzêşkîan ji Paşînyan re:Îran hertim pêşwazîya pêkanîna aşîtîyê kirîye, bi taybetî di nav cînarên xwe de

Serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkîan û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser geşedanên dawî yên li herêma Kafkaîsyayê nêrînên xwe anîn ziman, Mehr radigihîne.

Li gorî vê raporê, serokên her du welatan li ser geşedanên dawîn yên li herêma Kafkasîyayê û ji wan lihevkirina li ser pêşnûmeya peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de, nêrînên xwe danustandin.

Îran hertim pêşwazîyê li pêkanîna aşîtî, nêzîkbûn û aramîyê li navçê bi taybetî di navbera cînarên xwe de kirîye û yekitîya axa welatan jî biparêze, Pêzêşkîan gotîye.

Serokkomarê Îranê her wiha li bara peywendîyên baş cînartî û geşepêdana Têhran û Yêrêvanê pêgirî li ser pêwîstîya rijd û guhdana taybet ya rayedarên pilebilind yên her du welatan ji bo bilezkirina cî bi cîkirina rêkeftinên dualî li warên cûre-cûre kirîye.

Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê Ermenîstanê spasîya serokkomarê Îranê kir ku di van demên dawîn de geşepêdan û dînamîzma peywendîyên dualî dabîn kirîye û bal kişand ser berjewendî û biryardarîya welatê xwe ji bo cî bi cîkirina rêkeftinên di navbera her du welatan de.

Berîya niha dezgeha çapemenîyê ya hukumeta Ermenîstanê behsa peywendîya têlefonî ya di navbera serokên Ermenîstan û Îranê de kiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button