WWF-Ermenîstan bang li her kesî dike ku di 22 ê adarê seheta 20:30 a tevlî seheta Cîhanê bibin û sehetekê ji Cîhanê re veqetînin

Hereketa hawirdorê ya herî mezin ya cîhanê, “Seheta Cîhan”ê, 22 ê adarê seheta 20:30 î êvarê careke din bi mîlyonan mirovan li hev kom dike da ku sehetekê ji gerstêrka me re veqetînin. Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya şaxa Ermenîstanê ya fonda cîhanî ya xwezayê fêhm dike, seheta cîhanê ya îsal bang dike ku ne tenê ronahîyê vemirînin, lê di heman demê de bi kirina tiştê ku hûn jê hez dikin ji bo berjewendîya xwezayê sehetekê jî ji cîhanê re veqetînin.
Di daxuyaniya WWF-Ermenîstanê de wiha hatîye gotin: “Mînakî, hûn dikarin li xwezayê wext derbas bikin, beşdarî çandina daran bibin, jîngehê paqij bikin, yan jî şêwazek jîngehê xweştir bipejirînin”.
Şaxa Ermenîstanê ya fonda cîhanî ya Xwezayê (WWF), ji sala 2008 a û vir ve, li Ermenîstanê pêşengîya vê tevgerê dike, mirovan teşwîq dike û dike yek ji bo çareserîyan û çalakîyan ji bo parastina gerstêrka me. Her sal, bi hezaran bajar, civak û bi mîlyonan kes dilsozîya xwe nîşan didin bi vemirandina ronîyên xwe ji bo sehetekê yan jî kirinên din yên erênî ji bo erdê.
Îsal, “Seheta cîhanê” jî bi roja cîhanî ya avê re hevdem e, ku derfetê dide ku em li ser girîngîya parastina avê bifikirin.
“Seheta Cîhanê” ne tenê bi vemirandina ronahîyê ji bo sehetekê ye. Jak Nîazyan,serokê têkilîyên giştî, hevkarî û komkirina dirav li WWF-Ermenîstanê, wiha gotîye: “Ev bîranîneke girîng e ku girîngîya gerstêrka me, hewcedarîya parastina wê, û dema sînorkirî ya ku em hemî bikin”.







