SerekeSîyasî

Serok Barzanî piştevanîya xwe bo piroseya çareserîya aştîyane li Tirkîyayê tekez dike

Serok Barzanî bi balyozê Fransîyayê li Îraqê re piştevaniya xwe ji bo piroseya çareserîya aşîtîyane li Tirkîyayê tekez dike.

Serok Mesûd Barzanî  pêşwazîya balyozê Fransîyayê li Îraqê Patrîk Dyûrêl kirîye.

Di wê hevdîtinê de, ku konsûlê giştî yê Fransîyayê li Herêma Kurdistanê Yan Brêm jî tê de amade bûbû, her du alîyan danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û dawî pêşhatên sîyasî û ewlehî yên deverê, herwesa piroseya aşîtîyê li Tirkîyayê û hatina Mezlûm Ebdî û şanda DEM partîyê bo cem serok Barzanî kirin.

Serok Barzanî piştevanîya xwe ji bo piroseya çareserîya aştîyane li Tirkîyayê tekez kir.

Di pareke din ya wê hevdîtinê de amaje bi pêngavên pêkanîna kabîneya deha ya hukumeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên bên yên civata nûnerên Îraqê û piroseya sîyasî ya Îraqê hatin kirin, herwesa tekez li ser pêşxistina peywendî û dostanîya dîrokî ya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransîyayê jî hatîye kirin. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button