Derbarê têkçûna rewşa li ser sînorê Ermentîstan û Adirbêcanê de hêj tu nirxandinek nîne: ji bo niha, ew tenê danûstandina ragîhandinan e

Wezîretên parastinê yên Ermenîstan û Adirbêcanê di van sê rojên dawî de der barê agirbesta li ser sînor de ji dehan zêdetir daxuyanî dan.Îdîayên alîyê Adirbêcanê yên ku dibêjin alîyê Ermenîstanê agirbestê binpê dike û gulebaran dike, ne tenê ji alîyê wezîreta parastinê ya Ermenîstanê, ji alîyê mîsyona aştîparêz ya Yekîtîya Avropayê ya ku li ser sînor dewrîye jî dike, tên redkirin. Heta vê gavê Adirbêcanê tu delîlên binpêkirina agirbestê pêşkêş nekirîye. Di vê demê de di navbera xebatkarên serokwezîrê Ermenîstanê û wezîreta karên der ya Adirbêcanê de jî daxuyanî hatin dayîn. Ew hîn rewşa Ermenîstanê ne aram nanirxînin, lê bang li Bekûyê jî dikin ku vegere qadeke avaker.
Ev sê roj in wezîreta parastinê ya Ermenîstanê dêzînformasyonên ku dem bi dem ji Adirbêcanê der barê binpêkirinên agirbestê yên li ser sînorê Ermenîstan û Adirbêcanê de tên belavkirin, red dike.
Sêkrêtarê fraksîyona “Peymana sîvîl” Artûr Hovhannîsyan, hîn rewşê wekî bêîstîqirar nanirxîne, lê bi bîr tîne ku heya 22 ê hezîrana sala 2024 a, Ermenîstanê ji Adirbêcanê re pêşnîyar kir ku mêxanîzmayek hevbeş ji bo lêkolînkirina bûyerên binpêkirina agirbestê û yan jî agahdarîyên mîna wan çê bikin.
“Rewş ne xirab e, ne hewce ye ku pêşbînîyên wiha bên kirin”. Belê, di vê demê de ji Adirbêcanê daxuyanîyên nayên fêhmkirin tên kirin. Ew ne li gorî rastîyê ne, her wiha em ji alîyê Adirbêcanê hin daneyên rastîn hêvî dikin ku em bi xwe lêkolîn bikin ka binpêkirinên wiha ji alîyê Ermenîstanê ve hatine kirin yan na. Ji alîyê Adirbêcanê ve tu daneyên rastîn nehatine pêşkêş kirin, ji ber ku nabe ku hebe. Careke din divê em bi bîr bînin ku di hevdîtinên dualî yên bi Adirbêcanê re, me gelek caran mêxanîzmayek pêşnîyar kirîye ku li gorî wê rewşa sînor û binpêkirinên muhtemel yên agirbestê bişopînin. Em ji Adirbêcanê tu bersiv nagirin”.
Çend dezgehên Ermenîstanê dêzînformasyona ku di rojên dawî de ji alîyê wezîreta parastinê ya Adirbêcanê ve hatîye belavkirin, nirxand.Wezîreta parastinê ya Ermenîstanê amade ye ku lêkolînan li ser rastîyên ku piştgirîya raporên Adirbêcanê dikin, bike, heger ew raporên Ermenîstanê bên şandin.
Di daxuyanîya ku ji teref serokwezîrtîyê ve hatîye dayîn wiha hatîye gotin:
“Artêşa Ermenîstanê ji bo binpêkirina agirbestê tu sedem û fermanek tuneye”. Hukumeta Komara Ermenîstanê bi rojeva aşîtîyê bi rê ve dibe, ku îspata wê ya nayê înkarkirin gavên ku ji bo dawîkirina metna peymana sazkirina aşîtîyê û têkilîyên navdewletî di navbera Komara Ermenîstan û Komara Adirbêcanê de hatine avîtin in. “Rêkeftina li ser têksta peymana aşîtîyê û temamkirina mûzakereyên li ser peymana li ser têkstê gaveke pir girîng e û Komara Ermenîstanê ji Komara Adirbêcanê daxwaz dike ku li ser cîh û dema îmzakirina peymanê dest bi şêwirê bike”:dawîya gotinê.
Li gor sêkrêtarê fraksîyona “Peymana sîvîl” Artûr Hovhannîsyan, Ermenîstan hêvî dike ku Adirbêcan vegere qada avaker.
“Ez nafikirim ku rewş ber bi rêyek bi tevahî cuda ve diçe”. Metneke lihevkirî ya peymana aşîtîyê heye, ku ev demeke dirêj e em li ser dixebitin û bi rastî jî ew metn bi awayekî dualî li ser hatîye lihevkirin. Ne wisa ye ku em tenê bi wê nivîsê razî ne. Her wiha alîyê Ermenîstanê bi pêşnîyarên ku ji Adirbêcanê piştî gera 12 a hatin şandin qebûl kir, ji ber vê yekê sîyaseta Adirbêcanê ya bi vî rengî ji me re hîn bêtir nayê famkirin, nemaze dema ku em bersivek erênî ji civaka navneteweyî bibînin. “Her wiha em bang li alîyên Adirbêcanê dikin ku derbazî qonaxa din bibin û li qada avaker vegerin û pêvajoya îmzekirina peymanê bidomînin”.
Tîgran Abrahamyan, sêkrêtarê fraksîyona “Şerefa min heye” niha zehmet e ku bêje kampanyaya dêzînformasyonê ya Adirbêcanê wê ber bi kîjan alî ve biçe. Ew bawer dike ku geşedanên muhtemel bi guherînên jêopolîtîk yên pêşeroj ve girêdayî ye.
“Ne tenê di derbarê agirbestê de daxuyanîyên derew hatin dayîn, lê ev hefteyek e “analîzên” aktîv tên kirin ku bi îdîaya Ermenîstanê çekên ku wê li dijî Adirbêcanê bi kar bîne kom kirine”. Ji alîyê jêopolîtîk ve, wek rêgezeke fransî, hewl tê dayîn ku di asta ermenî ya navxweyî de jî bê pêşkêşkirin, mîna ku Paşînyan hewil dide avantajê bi dest bixe yan jî “berçete” yê serketî li xwe bike. Lê tiştek eşkere ye: Adirbêcanê li alîyekê li ser 17 xalan li hev kirîye, li alîyê din jî li ser hemû pêşmercên ku di pakêta giştî de cîh negirtine zext zêde bûne”.
Pisporên Adirbêcanê jî tekez dikin ku di nav qada mêdyaya civakî ya Adirbêcanê de guman heye ku propagandaya Bekûyê ya ku dibêje Ermenîstan dixwaze şer bike.
Wezîreta karên der ya Adirbêcanê jî bersiva serokwezîrîya Ermenîstanê da û dîyar kir ku ji bo aşîtîyê bi Ermenîstanê re aşîtî pêk bê. Em behsa guherandina destûra bingehîn ya Ermenîstanê dikin.
Li ser vê yekê sêkrêtarê fraksîyona “Peymana sîvîl” aşkire kirîye:
“Gotûbêjên li ser danezanê, destûra Komara Ermenîstanê û şeklê qebûlkirina wê mijarên sîyasî yên navxweyî ne û tu têkilîya wan bi sîyaseta derve ya Ermenîstanê re nîne. Têkilîya wan tune. Wê çi bibe, em ê li ser kîjan metnê nîqaş bikin, em ê çi prosêdûran bişopînin, peywira me ye û dema ku dema guncaw hat em ê bikin”.
Bersiva spêkûlasyonên ku li ser Syûnîkê wek rêgezeke muhtemel ya ji bo zêdekirina îdîayan û mijara bi navê “korîdor” tê dîtin, karmendên hukumeta Ermenîstanê eşkere dikin:
“Di çileya sala 2025 a, Komara Ermenîstanê bi nivîskî pêşnîyarek pêşkêşî Komara Adirbêcanê kir ku ji herêmên rojavayî yên Adirbêcanê bi rîya axa Komara Ermenîstanê ber bi Komara xweser ya Naxîçêvanê ve, berevajîyê wê û ji welatên sêyemîn re, û ji herêmên bakûr-rojavayî yên Komara Adirbêcanê, li başûr û beşa sêyemîn ya Adirbêcanê, bi rîya axa Komara Adirbêcanê re, pêşnîyarek bi rê ve bibe mêxanîzmayeke dualî ya ji bo kontrolkirina çekan ya hevpar û li benda bersiveke erênî ya Adirbêcanê ye”: dawîya gotinê:
“Karbidestên hukumeta Ermenîstanê careke din destnîşan kirin ku Ermenistan amade ye li gorî rêziknameyên li ser xebatên hevpar yên komîsyonan xebatên xêzkirina sînorê bi Adirbêcanê re bidomîne.
Rêvebir bi giştî piştrast dike ku metina pejirandî ya pêşnûmeya peymana aşîtîyê mijarên bingehîn yên avakirina aşîtîyê û têkilîyên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de digire dest û mêxanîzmayên ji bo nîqaşkirina tiştên ku divê bêne kirin raber dike”.







