H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê bi dereca here bilind derheqa amadebûna xweda, ya bona belavkirina koma Mînskê, elam kirîye: berdevka wezcîreta karên der

Ermenîstanê bi dereca here bilind derheqa amadebûna xweda, ya bona belavkirina koma Mînskê, elam kirîye. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîsîanêye karên der gotîye “Armenpress” ê.

“Ermenîstan dixweze bêje wekî konflîkt îdî ser hevda hatîye, lê ne ku gerekê konflîktê derbazî ser axa Ermenîstanê bikin, bin gotina “Adirbêcana Rojavayê”.

Çi ku derheqa Konstîtûsîya Ermenîstanêdane, biryara mehkema Ermenîstanêye konstîtûsîyon, ya 26 ê îlona sala 2024 a, tu dewekarîke hindava axê nake nava xwe. Komara Ermenîstanê bi xwe difikire wekî Konstîtûsîya Adirbêcanê dewekarîyê hindava axa Ermenîstanê dide kifşê.

Feqet, em difikirin, wekî têksta qaylnivîsara aşîtîyê wê pirsê hel dike, çimkî nava têksta qaylkirîda tê gotinê,wekî Ermenîstan û Adirbêcan yekîtîya axên hevdu nas dikin, ya gorî sînorên Sovyêta berê û hindava hevda tu dewekarî tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button