Ermenîstanê ji bo derketina ji “lîsteya reş” ya avîyasîyon daxwaznameyek ji Yekîtîya Avropayê re şandîye, lê benda bersivê ye

41 kêmasîyên ku di encama kontrolkirina rêxistina hewayî ya sîvîl ya navnetewî de hatin tomarkirin, hatin rastkirin û derbarê xebatên hatine kirin de serlêdana fermî ji Yekîtîya Avropayê re hatîye şandin.
Li gorî “Armenpress” ê, di rûniştina asayî ya komîtêya daîmî ya rêveberîya herêmî, rêveberiya xweserîya herêmî, çandinî û parastina jîngehê de, cîgira wezîra rêvebirîya herêmî û binesazîyê ya Komara Ermenîstanê Krîstînê Galêçyan ev tişt got û xebatên ku ji bo mîsogerkirina standartên navneteweyî yên di sêktora hewavanîyê ya Ermenîstanê de hatine kirin raber kirîye.
“Rêxistina hewayî ya sîvîl ya navnetewî vekolînek li ser pabendbûna bi standart û daxwazên navneteweyî di sêktora hewavanîyê de li Ermenîstanê pêk anî, di çarçoveya wê de plansazîyek berfireh a tedbîran hate pêşve xistin da ku hejmarek kêmasîyên ku di warê lêkolîna qezaya hewavanîyê de hatine tomar kirin ji holê rake. Heta niha 41 kêmasîyên hatine ragîhandin hatine sererastkirin û rapora xebatên hatine kirin ji Yekîtîya Avropayê re hatîye şandin”,-Galêçyanê gotîye.







