Bi fikira Rasmûsên, Yekîtîya Avropayê gerekê bi mecalên xwe Adirbêcanê mecbûrke ku tevî Ermenîstanê qayîlnivîsara aşîtîyê îmzeke

Sêkrêtarê NATO ê yî berê Andêrs Fog Rasmûsên daye dîyarkirinê wekî nava goveka ênêrgêtîkîda mecalên Yekîtîya Avropayêye mezin hindava Adirbêcanêda hene û gerekê wan mecala usa bidine xebatê bona ku Bekû qayîlnivîsara tevî Yêrêvanê îmzeke.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, Andêrs Fog Rasmûsên fikira wî cûreyî wetê prêss-konfêransa li Îcêvanê elam kirîye.
Bi gotina sêkrêtarê NATO ê yî berê, pêwandîyên Adirbêcanêye gelekî six tevî Yekîtîya Avropayê, yê nava goveka ênêrgêtîkîda, hene.
“Vî alîda ez difikirim,wekî Yekîtîya Avropayê gerekê wan mecala bi kardarî bide xebatê, bona ku Adirbêcan tevî Ermenîstanê peymana aşîtîyê morke”,- ewî gotîye.
Rasmûsên bi hêvîdarî gotîye,wekî civaka navneteweyî wê li ser Adirbêcanê tehsîrke bona ku bighîjine îmzekirina qayîlnivîsarê.
Ewî usa jî gotîye wekî cimeta ermenîra qayîle ku bangên civaka navneteweyî, yên bona Adirbêcanê nagihîjine tu tiştî.
“Ez hêvîdarim,wekî civaka navneteweyî ew ders dîtine û wê mecalên başqe bide xebatê ku qayîlnivîsara aşîtîyê bê morkirinê”,- Rasmûsên gotîye.







