H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dîsa rojeva aşîtîyê pêşda dibe: sêkrêtarê şêwira ewlehîya Ermenîstanê

Ermenîstan pêşdabirina rojeva aşîtîyê berdewam dike. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira ewlehîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana.

“Hemû xalên peymana aşîtîyê hatine qayîlkirinê û Ermenîstan, bi serokatîya serokwezîrê Ermenîstanê elam dike ku amadeye îmzê xwe bin  wê peymanêda dayne û amadeye gotûbêjkirinên têknîkî girêdayî wede û cîhê hevdîtinê gotûbêj bike”,-Grîgoryan gotîye.

“Armên Grîgoryan derheqa pirsa derketina hêzên Adirbêcanêye ji axa Ermenîstana serbixwe xeberdaye.

Hê pêşda Nîkol Paşînyan rûpelê xweyî facebook ê da bona wezîreta Ermenîstanêye parastinê zelal nivîsîbû û dabû dîyarkirinê ku gerekê rêjîma agirbestê neyê teribandinê, çimkî Ermenîstan berbi aşîtîyê diçe.

Eva serê pênc rojaye, wekî wezîreta Adirbêcanêye parastinê înformasîyonên nerast belav dike û dide dîyarkirinê ku giva Ermenîstan rêjîma agirbestê diteribîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button