H’emû nûçeSereke
Alîkarîya hûmanîtarî ku ji Ermenîstanê şandine Sûryayê, bi rêberîya polîsîya tirkî pêşda çûye: bar gihîştine cîh

Cîguhastina alîkarîya hûmanîtarî, ya bo Sûryayê, dergehê sînorê ermenîya-tirkaye Margarayêva çûye û ew ji alîyê polîsên tirkîda hatîye rêberkirinê.Derheqa wê yekêda serokê kompanîya ku cîguhastina barava mijûl dibe “Apavên” ê, Arsên Gazaryan gotîye.
“Tirkîyayê rê vekirîye, ewlehîya şofêrên me daye çareserkirinê û çawa alîkarîya hûmanîtarî ji me bac nexwestine”,- ewî gotîye û daye dîyarkirinê,wekî çar erebên ermenîye barbir bi açixî gihîştine cîh û ewê hetanî 31 ê adarê dîsa bi wê rê paşda vegerine Ermenîstanê.
Derbarê pêvajoya pêwandîyên ermenîya-tirkaye bîznêsê,Gazaryan gotîye,wekî hevdîtin tevî bîznêsmênên tirk pêk tên û tevî wana nava pêwandîyadanin.







