Danûstandinên li ser serbestkirina vîzaya Yekîtîya Avropayê ji bo welatîyên Ermenistanê wê di meha nîsanê de dest pê bike

Danûstandinên li ser serbestkirina vîzaya Yekîtîya Avropayê ji bo welatîyên Ermenistanê berdewam in.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, ev yek ji alîyê alîkarê wezîrê karên der yê Ermenîstanê Parûyr Hovhannîsyan ve di rûniştina awarte ya komîtêya daîmî ya Yekîtîya Avropayê ya Ermenîstanê de hat ragîhandin.
Ewî bi bîr xist ku danûstandinan di kanûna sala 2024 a de dest pê kiribûn, di van danûstandinan de bi şandeya Yekîtîya Avropayê ya pêwendîdar re danûstandinên tund hatin kirin.
“Qonaxa din di navbera 7-11 ê nîsana sala 2025 a de tê plankirin ku wê şanda duyemîn were”. Me gelek baş ji vê pêvajoyê re amade kirîye, hevkarên me yên di beşên cuda de bi rêkûpêk amade ne. Alîkarê wezîr destnîşan kirîye: “Hemû hevkarên me yên avropî jî ji asta amadebûna me bi kêfxweşî ecêbmayî ne”.
Li gorî Parûyr Hovhannîsyan, her çend pêvajo di qonaxeke aktîv de be jî, di vê demê de ne mimkûn e ku demek zelal ji bo bidawîbûna wê were dîyarkirin. Hovhannîsyan di dawîya axaftina xwe de wiha gotîye: “Hevkarên Yekîtîya Avropayê her tim ji dîyarkirina muhletan dûr dikevin. Li vir em dikarin tecrûbeya welatên din yên ku pêvajoyên bi vî rengî ji 3 a heta 6 salan dom kirine binirxînin. Lê ez difikirim ku di mijara Ermenîstanê de ev pêvajo wê ji ya çend welatên din zûtir bimeşe. Û em vê mijarê di rojeva xwe de bidomînin.”
Konsêya Yekîtîya Avropayê di tîrmeha sala 2024 an de biryar da ku bi Ermenîstanê re li ser serbestkirina vîzayê ji bo welatîyên ermenî dest bi dîyalogê bike. Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê di 9 ê îlona sala 2024 a de ji bo welatîyên Ermenîstanê li ser serbestkirina vîzaya Yekîtîya Avropayê dîyalog dan destpêkirin. Di sibata sala 2025 a de, mîsyonek pispor ya Yekîtîya Avropayê wek beşek ji pêvajoya serbestkirina vîzayê hat Ermenistanê.







