H’emû nûçeSereke

Yêrêvan amade ye ku bi Adirbêcanê re peymana aşîtîyê îmze bike, lê ji Bekûyê tu îradeya xwe nabîne

Ermenîstanê ji Adirbêcanê re pêşniyar kiriye ku li ser dem û cihê îmzekirina metina lihevkirî ya peymana aşîtîyê dest bi şêwirê bikin, lê ji Bekûya fermî jî heman dilxwazî ​​nebihîstiye.

Li gorî rapora “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di civîna çapemeniyê ya hevpar ya digel wezîrê karên der yê Îranê Abbas Araghçî ra, li ser vê pirsê ku bi Adirbêcanê li ser îmzakirina metna lihevkirî ya peymana aşîtîyê şêwirîn yan na?
“Yêrêvana fermî ji bo destnîşankirina cih, dem û hûrguliyên din yên îmzekirina peymanê pêşnîyara destpêkirina şêwirê kirîye. Heya niha me heman îrade ji Bekûya fermî nebihîstiye.

Adirbêcan bi hev re û piştî peymana li ser metina peymana aşîtîyê hin şertên din jî dibîne. Hûn ê bipirsin ka divê çi bê kirin? Divê em xebat, muzakere berdewam bikin, çareseriyên ku ji hev qebûl dikin, çareseriyên bi rûmet û çareseriyên ku aşîtîya mayînde misoger dike bibînin. Tenê alternatîvek tune. Di vê gavê de, erê, têgihîştinek tune ku li ku û kengê bê îmze kirin. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye: “Em amade ne bi lez û bez tevlî wê proseyê bibin û îmzeya xwe deynin”.

Ermenîstan û Adirbêcanê 13 ê adarê ragihandibûn ku ew di pêvajoya lihevkirina li ser pêşnûmeya peymana aşîtîyê de ne û danûstandinên li ser wê temam dikin. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ji serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv re pêşniyar kir ku li ser dem û cihê îmzekirina peymanê dest bi şêwirê bikin, di heman demê de Adirbêcan jî ji bo îmzekirina peymanê şertên pêşwext dide. Bi taybetî, aliyê Adirbêcanê li ser têza derewîn ya ku dibêje di destûra bingehîn ya Ermenîstanê de li dijî Adirbêcanê îdîayên erdnîgarî hene, israr dike û ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê mijara guhertina destûra Ermenîstanê wek şert û merc destnîşan dike. Şertê duyemîn yê Adirbêcanê hilweşandina Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayêye. Hevdem di gel şert û mercên pêşwext, Adirbêcanê çend rojan berdewam gotegotên derew belav kir ku tê gotin hêzên çekdar yên Ermenîstanê li deverên cure-cure yên sînor gule li çeperên Adirbêcanê dibarînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button