H’emû nûçeSereke

Ermenîstan amadeye ku danûstandina dora îmzekirina peymana aşîtîyê destpêke, lê ji Adirbêcanê hê bersiv tune: cîgirê wezîrê karên der

Ermenîstanê îdî derhqeqa amadebûna xweda elam kirîye ku dikare danûstandina dora organîzekirina pêvajoya îmzekirina peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê destpêke, lê ji Bekûya fermî hê bersiv tune.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan gotîye rojnamevana.

“Mixabin, ji cêribandina berê gerekê bêjin, dema ku em gavekê pêşda diçin, ji alîyê mayîn gelek cara dijwarî, provokasîya pêşda tên û carina jî du gav tên paşdaavîtinê.Eva praktîka nû nîne. 58 welata, nêzîkî 10 organîzeyên navneteweyî serhevdahatina danûstandinên dora peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda îdî silav kirine. Geleka nava vê pêvajoyêda rola Ermenîstanêye girîng dane dîyarkirinê”,-ewî gotîye.

Bi gotina Hovhannîsyan, Ermenîstanê îdî derheqa amadebûna xweda elam kirîye û amadeye gotûbêjkirina dora wedê îmzekirina qaylnivîsarê, cîh û pirsên wêye têknîkî gotûbêj bike.

“Bersiva vê elametîyê hê tune, lê gerekê hesab hildin wekî ew nû hatine kirinê û carekêra dijwar bû bianîya ber çevê xwe ku gavên aktîv bêne avîtinê.Em rojeva aşîtîyê berdewam dikin, em tevî hevkarên xwe  li meydana navneteweyî bona wê yekê dixebitin”,- cîgirê wezîrê karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button