Ermenîstanê serlêdana xwe ya duyemîn ji bo tesîsa aşîtîyê ya Avropayê raber kirîye

Yekîtîya Ewropa dibe hevkarê herî girîng yê ewlehîyê yê Ermenistanê.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, ev yek ji alîyê alîkarê wezîrê karên der yê Ermenîstanê Parûyr Hovhannîsyan di rûniştina awarte ya komîtêya daîmî ya întêgrasîyona Avropayê ya meclîsa neteweyî de hatîye ragihandin.
Hovhannîsyan dîyar kirîye ku Ermenîstanê beriya niha bi Yekîtîya Avropayê re dîyaloga siyasî û ewlekarî daye destpêkirin û di çarçoveya wê de 2 rûniştin hatine lidarxistin.
“Em li ser formên nû nîqaş dikin ku divê em li ser mijarên parastin û ewlehiyê dest bi xebatek çalaktir bikin”. “Ji ber vê yekê, ji bo cara yekem, beşeke mezin ji ewlehiyê re tê terxan kirin di rojeva nû ya hevkariyê de ku wê bê gotûbêj kirin, beşek cuda li ser heye”,- ewî destnîşan kirîye.
“Tasîsa aşîtîyê ya Avropayê di sêktora parastinê de bernameyek pir berbiçav e”,- cîgirê wezîrê karên der tekez kirîye: “Me ji bo sala 2025 a serlêdana duyemîn raber kiriye û bi awayekî aktîv li gel wezîreta berevaniyê kar tê kirin”.
Ermenîstanê berê 10 mîlyon yûro ji weqfa aşîtîyê ya avropî stendibû da ku kampek modular ya meydanî ava bike, ku di heman demê de wê yek klînîkek arîkariya bijîjkî jî hebe, û her weha kar û bar û karînên peywendîdar.







