
Mêdyaya Tirkîyayê radigîhîne ku roj bi roj hejmara xwepêşanderên li dijî partîya desthilatdar û serokkomar Êrdogan li Tirkîyayê zêde dibe. Pevçûyîn di navbera opozîsyonê û hêzên polîs de li gelek deveran diqewimin. Dadgehê der barê şaredarê Stembolê Îmamoglû de biryara binçavkirinê hilbijart.
Bi dehan kesên din, di nav wan de berpirsên payebilind yên şaredarîyê, li gel kesayetîya opozîsyonê hatin girtin. Rapor hene ku sazîya dewletê ya ku çavdêrîya sêktora têlêvîzyon û radyoya Tirkîyayê dike, ferman daye têlêvîzyonên mezin yên vî welatî ku xwepêşandanan neşopînin.
Li gel tundbûn û popûlerbûna xwepêşandanan, rayedarên tirk tedbîrên tund yên pêşîlêgirtinê digirin.Vîdyoyên ku li ser întêrnêtê belav dibin nîşan didin ku hêzên ewlehîyê ava şid bikar tînin da ku xwepêşanan belav bikin.
Hejmara beşdarên xwenîşandanên ji bo piştgirîkirina şaredarê Stembolê Êkrêm Îmamoglû ku ji ber sûcê gendelîyê hat girtin, li gorî texmînên muxalefetê gihîşt mîlyonekî, daneyên fermî jî ev jimar kêm e. Li gor nûçeya RIA Novostî yê, wezîrê navxwe yê Tirkîyayê Alî Êrlîkaya derbarê girtina 350 beşdarên xwepêşandanê de ragîhand. Her wiha tê gotin ku ji dehan zêdetir polîs jî birîndar bûne.
Tirkzan Varûjan Gêxamyan dibêje ku ev çend roj in ew bûyerên ku li welatê cînar diqewimin ji nêz ve dişopînin. Gêxamyan di Telegramê de dinivîse ku hîn ne dîyar e ku bûyer wê çawa biqewimin, lê dîyar e ku Tirkîya ketîye qonaxeke nû û pir tevlihev ya bêîstîqirara sîyasî.
Tirkzan bi taybetî balê dikişîne ser pêkhateya beşdarên xwepêşandanê.
“Her çend rayedar îdia dikin ku komên “dorpêç yan jî tundrew” beşdarî wan dibin, lê rastî ne tenê cûda ye, lê ji bo me girîng e ku em wê zanibin”.
Ji ber vê yekê, hejmareke mezin ji xwepêşanderan hêza ajotinê ya vê têkoşîna kolanan in û di nav van dawîn de, hejmareke girîng ya neteweperestên tirk hene, ku ji malbatên xizan yan jî di warê civakî de nebaş in yên ku îdiaya şûna Êrdogan dikin, ne kêmî neteweperest in, bi hemû encamên wê re.
Akademîk Rubên Safrastyan, berevajî tirkzan, di wê baweriyê de ye ku Erdogan wê vê carê di têkbirina pêla nerazîbûnên mûxalîf de bi ser bikeve.
“Ez difikirim erê, wê mimkun be, ji ber ku duh berî niha girtin pêk hatin û kesên li dora şaredariya Stembolê kom bûn hatin belavkirin”. Ez wisa difikirim ku ew ê vê carê jî vê rewşê di destê xwe de bihêle. Divê em vê yekê bihesibînin ku Erdogan xwedî qadeke pir mezin e- kesên xwedî hizira Îslamê ne û heger bang li wan bê kirin dikarin dakevin kolanan. “Erdogan bangeke wiha nake, ji ber ku di wê baweriyê de ye ku dê bi rêya van hêzên polîs pêlê bitepisîne.”
Hin pispor di wê baweriyê de ne ku derketina aktorekî nû yê siyasî li Tirkîyayê û serketina wî di hilbijartinê de wê opozîsyona hevbendiya Erdogan-Elîyêv lawaz bike. Di vî warî de akademîk Safrastyan xwedî îhtîşeyên xwe ne. Ew eşkere dike ku beşdarên protestoyê neteweperest in û ji bilî vê jî siyaseta Tirkîyayê ji aliyê kesayetan ve nayê diyarkirin.
Ez bawer nakim eger Partiya Komarî ya gel were ser desthilatê, wê siyaseta derve ya Tirkîyayê biguhere”.Ew ê bi piranî heman bimîne. Helbet wê bandorê li me neke, ji ber ku em dizanin ku Partiya Gel ya komarî kemalîst e. Li hemberî Ermenîstanê jî xwedî helwesteke wisa neyînî bû. Ji ber vê yekê ez ti guhertinekê nabînim”.
Hela sala 2016 a Erdogan karîbû derbeya leşkerî ya li Tirkîyayê têk bibe. Leşkerên payebilind hatin girtin. Akademîk Safrastyan di wê baweriyê de ye ku vê carê Erdogan wê karibe helwesta xwe biparêze, her çend civaka Tirkîyayê li hemberî partiya desthilatdar nerazîbûna xwe nîşan bide.
“Hin welatên Avropayê bikaranîna hêzê ya rayedaran şermezar kirin, lê ez bawer nakim ku ev yek pozîsyona Tirkîyayê lawaz bike”. Hilbet li Tirkiyayê tê dîtin ku ji Erdogan bêzar bûne, tê dîtin ku ji rewşa civakî-aborî nerazî ne. Belê, nerazîbûn heye, lê ez difikirim ku Erdogan hîn jî kontrola welêt di destê wî de ye”.
Serokê giştî yê partiya komarî ya gel ya Tirkîyayê Ozgur Ozel, ji ber provokasyon û vandalîzma desthilatdariya desthilatdar alarmê dide.
Li Stembol û Enqereyê di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derket. Li gorî şahidan, di hin rewşan de, hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj bikar anîn, û xwendekaran barîkatên polîsan hilweşandin.
Serokkomarê Tirkîyayê ragihand, hemû hewldanên zextê li ser hukumetê dê bên astengkirin.
Careke din ez dixwazim bi bîr bînim ku derketina kolanan û hejandina tiliyên xwe tiştekî berê ye.
Serokê giştî yê partiya gel ya komarê Ozgur Ozel ragihand ku di anketên dawî de nêzîkî 15 milyon kes şaredarê Stembolê Îmamoglû yê girtî weke namzetê serokkomariyê dibînin. Ozel bang li Erdogan kir ku hilbijartinên serokkomariyê yên pêşwext pêk bîne û bi Îmamoglû re hevrikiyê bike.







