H’emû nûçe

Di nav welatên Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî de, di salên 2021-2024 de mezinbûna  berhema navxweyî ya herî mezin li Ermenîstanê hate tomar kirin

Di salên 2021-2024 de, rêjeya mezinbûna  berhema navxweyî ya navîn li hemî “pênc” welatên Avrasîyayê ji asta pêşpandemîyê derbaz bûye.

Zêdebûna herî mezin li Ermenîstanê (ji 5,1 selef bo 8,1selef) û li Qirqizîstanê (ji 4,3 selef bo 8,1 selef) hatîye tomarkirin.

Di sala 2024 an de, berhema navxweyî ya hevgirtî ya welatên  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bi 4 selefî mezin bû, ku ji rêjeya navînî ya mezinbûna gerdûnî (3,2 selef) û pêşbînîyên pêşîn yên komîsyona aborî ya Avrasyayê bilindtir e.

Di heman demê de, kêmbûna bêkarîyê û zêdebûna mûçeyên rastîn di bazara kar de hate tomar kirin. Li gorî nirxandina  hevkariya aborî ya Avropayê  ya çaryeka 3 emîn ya sala 2024 a, rêjeya bêkarîyê li Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî di 10 salên dawî de di asta herî nizm de bû û  2,9 selefî bû, di nav de:

Li Ermenîstanê 13,3 selef,

Li Bêlarûsê 2,9 selef,

Li Qazaxistanê  4,6 selef,

Li Qirqizistanê  4,1 selef,

Li Rûsyayê  2,4 selef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button