H’emû nûçeSereke
Di sala 2024 an de rûsan bi qasî mîlyonekê serdanên Ermenîstanê kirine: wezîrê Rûsyayê

Mijara zêdekirina qebareya herikîna geştîyarîyê ya dualî dikare ji bo xurtkirina hevkarîya rûsa-ermenîya bibe hêmanek. Ev yek ji alîyê wezîrê geşepêdana aborî yê Rûsyayê Maksîm Rêşêtnîkov ve di hevdîtina bi wezîrê aborîyê yê Ermenîstanê Gêvorg Papoyan re ragîhandîye.
“Ermenîstan di nav rûsan de cîheke geştîyar e”.
Welatîyên me ji bîyanîyên din çalaktir diçin komarê. Di sala 2024 an de, nêzîkî mîlyonek serdanên rûsan ji komarê re hatine tomar kirin – ev 40 selef ji hemî tûrîstên ku serdana Ermenîstanê
Rêşêtnîkov destnîşan kirîye: “Di navbera welatên me de pêwendîya esmanî ya baş pêşkeftî heye, bi qasî 100 sefer di hefteyekê de li ser 12 rêyan”,-Rêşêtnîkov daye kifşê.







