SerekeSîyasî

Hege Erdogan be, yan Îmamoglû, sîyaseta Tirkîyayê ya li himberî Ermenîstanê wê nayê guhertin: tirkzan

Pirsgirêkên kûr yên Tirkîyayê yên derbarê ermenîyan de, di sedsala borî de, çawa ku di sedsalên berî wê de neguherîbûn.Dêkanê fakûltêya rojhilatnasîyê ya zanîngeha Yêrêvanê ya dewletê, tirkzan Rûbên Mêlkonyan, di hevpeyvîna xwe ya bi News.am ê ya li ser bernameya “Faktora desthilatdarîyê” de  gotîye.

Ewî bi bîr xist ku dewleta tirk  sala 1926 a de bi awayekî fermî organîzatorên qirkirina Ermenîyan pîroz kirîye û biryareke wiha di asta fermî de hat dayîn.

Pispor destnîşan kirîye ku partîya komarî ya gel ya Tirkîyayê ku hevrikê sereke yê serokkomarê niha Êrdogan e, ji alîyê qata duyemîn ya ciwanên tirk ve hatîye avakirin. “Tirkên ciwan heta sala 1950 î li Tirkîyayê desthilatdar bûn”. Sê serokên pêşî yên Tirkîyayê endamên partîya tirkên ciwan bûn. Mêlkonyan gotîye:”Yek xwendikarê Talêat, yê din yê Ênvêr û yê sêyemîn jî hevalê Cemal bû”. Di vî warî de tirkzan di mîtîngên kemalîstan de hebûna wêneyên organîzatorên qirkirina Ermenîyan (Talêat, Ênvêr, Cemal) mentîqî dît.

Di nirxandina wî de, li Rojhilata Navîn qet aşîtî pêk nayê û pêvajoyeke ku wê bi ji nû ve xêzkirina sînor û herêmên bandorê bi dawî bibe, niha tê meşandin. Mêlkonyan destnîşan kir ku di salên dawî de teqez bandora Tirkîyayê li herêmê zêde bûye û ev yek di şerê 44 rojî yê li Qerebaxê de dest pê kir û Tirkîya hem ji alîyê leşkerî û hem jî ji alîyê dîplomatîk ve tevlî bû.

“Vê yekê hişt ku bi awayekî fizîkî û sîyasî derbazî Başûrê Kafkasyayê bibe. Li Sûrîyayê, Tirkîyayê êrîşeke hovane pêk anî û di nava 1-2 hefteyan de rêjîma Esad hilweşand, ev jî hişt ku bandora xwe li herêmê zêdetir bike”. “Herweha Tirkîyayê berê hebûna xwe ya li Lîbyayê mîsoger kiribû û rola xwe ya li deryaya Sipî xurtir kiribû”.

Tirkzan destnîşan kir ku tevî zêdebûna nakokîyên di navbera Tirkîyayê û Îsrayêlê de di asta axaftinê de, reftarên Enqerê bawerî bi cîhana îslamê re çênake, ji ber ku peymanên bi dewleta cihû re di merîyetê de ne. Rûbên Mêlkonyan wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji ber vê çendê zehmet e ku meriv pêşbînîya şerekî di navbera Tirkîyayê û Îsrayêlê de bike, di heman demê de rola hevsengîyê ya Dewletên Yekbûyî jî li ber çavan bigire”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button