H’emû nûçeSereke

Heger hatîye nivîsarê,wekî alîyê ermenî gerekê bê kapîtûlyasîyakirinê, usaye gerekê alîyê azêrî jî bê kapîtûlyasîyakirinê:Sîmonyan

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wan gotinên opozîsîyayêra qayîl nîne ku Ermenîstan berbi berdaxustinên yekalî diçe.

“Gelo opozîsîyayê ew têkst dîtîye ku tiştê usa dibêje? Ya duem, ew yek çawa dikare yekalîbe, heger hemû xal derheqa herdu alîyadane.Fikirdarîya  wê yekê bira ji wana kesek şirove bike û em jî gotûbêj bikin û fem bikin ku berdaxustina yekalî nava çidane.Ew yek absûrde û ne nêzîkî aqilaye û ew hemû merivên ku elametîyên wî cûreyî belav dikin, bila bên ber min bisekinin û ji vê dikê bicêribînin gotina xwe şirove bikin”,- ewî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku desthildarî berbi kapîtûlyasîyayê diçe, serokê parlamêntê gotîye: “Kapîtûlyasîya here eyan, ya ewlin ya Sêrj Sargsyan bû, ya ku ewî li ber cimeta ermenî sala 2018 a dîyar kir.Ya duem, dema ku tu dibêjî stîla desthilatdarîyê eyane û wê yekê bêyî nihêrandina têkstê, wê yekê dibêjî, ew yek ne nêzîkî aqilaye.

Gelek cara min elam kirîye, wekî xalên nava têkstêda derheqa herdu alîyadane û heger li wir nivîsare wekî alîyê ermenî gerekê bê kapîtûlyasîyakirinê, ew yek dide kifşê,wekî alîyê azêrî jî gerekê bê kapîtûlyasîyakirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button