Meclîsa neteweyî pêşnûmeya yasaya destpêkirina pêvajoya endamtîya Yekîtîya Avropayê bi xwendina duyemîn bi tevahî qebûl kir

Meclîsa neteweyî bi 64 dengên erê û 7 dengên dijî, qanûna “Li ser destpêkirina pêvajoya endamtîya Komara Ermenîstanê ya Yekîtiya Ewropayê” bi xwendina duyemîn û bi tevahî qebûl kir.
Li gorî nûnerê rayedar ê koma înîsiyatîvê Artak Zêynalyan, bi înîsîyatîva sîvîl pêşnûmeya qanûnê hatiye pêşkêşkirin û îmkana ku di destûra Bingehîn a Ermenîstanê. Li gor hukumê qanûnê, tenê li 44 ji 1000 civakên Ermenîstanê, du qat ji kêmtirîn îmzayên ku bi qanûnê hewce dike, di nîvê dema ku bi qanûnê hatîye destnîşan kirin hatine berhev kirin.
Raportor bal kişand ser wê yekê ku, “ankêtên raya giştî jî nîşan didin ku gel meyla endametîya Ermenîstanê ya di Yekîtîya Avropayê de ye. Me pêşnûmeya qanûnê ku di xwendina yekem de hat nîqaşkirin, pêşkêş kir”.
Li gorî Artak Zêynalyan, di navbera xwendina yekem û duyemîn de guhertoyeke ku ji alîyê hev ve tê qebûlkirin hatiye qebûlkirin. Gotûbêja xebatê hat kirin, di encamê de koma destpêşxerî pêşnîyara hukumetê qebûl kir û destpêşxerî ji nû ve nivîsand.
Serokê lijneya daîmî ya întêgrasîyona Avropayê Arman Yêgoyan encama erênî ya komîsyonê pêşkêş kir.
Alîkarê wezîrê karên Der Paruyr Hovhannîsyan jî li ser guhertoya nûjenkirî ya înîsîyatîvê nêrîna hukumetê ya erênî pêşkêş kir.
Sekreterê fraksiyona “Ermenîstan” Arsvîk Mînasyan da zanîn ku fraksîyona wê beşdarî dengdana înîsîyatîvê nebe.
Serokê fraksiyona “Peymana sîvîl” Hayk Konjoryan ragihand ku wê fraksîyonê deng bidin înîsîyatîva ku tê nîqaşkirin.
Komîtêya daîmî ya întêgrasîyona avropî ya parlamêntê di rûniştina xwe ya 24 ê adarê de însîyatîva sîvîl ya li ser destpêkirina pêvajoya endambûna Ermenîstanê ya Yekîtiya Avropayê gotûbêj kir.
Komîteyê nêrînek erênî da înîsiyatîvê.
Hukumetê di rûniştina 9 ê çile de pêşnûmeya qanûna Komara Ermenîstanê ya “Li ser destpêkirina pêvajoya endambûna Komara Ermenîstanê ya Yekîtiya Avropayê” pejirand û ji bo nîqaşê şand meclîsa neteweyî.







