Têkilîyên Ermenîstanê û Îranê li ser esasê berjewendîyên xwezayî ne:serokwezîr pêşwazîya şandeke bi serokatîya wezîrê Îranêyî karên kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwazîya heyeteke di bin serokatîya wezîrê karên der yê Komara Îslamî ya Îranê Sêyêd Abas Araxçî de ku bi serdaneke fermî li Ermenistanê ye, kirîye.
Serokwezîr bi xêrhatina serdana birêz Araxçî bo Ermenîstanê, hêvîya serkeftinê ji wî re xwest û di heman demê de spasîya wî kir ku di heyama berê de li pêşdabirina peywendîyên Ermenîstanê û Îranê bi awayekî serketî tevdigere pêşdabirin û berfirehkirina pêwendîyan. Nîkol Paşînyan bal kişand ser wê yekê ku peywendiyên navbera Ermenîstan û Îranê li ser esasê berjewendîyên xwezayî ne û ev yek ji bo pêşdeçûyîn û berfirehkirina peywendîyan bingeheke girîng û garantî ye.
Sêyêd Abas Eraxçî ji bo pêşwazîyê spasî kir û silavên germ yên serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkîyan ji serokwezîr Paşînyan re ragîhand. Wezîrê karên der yê Îranê destnîşan kir ku peywendîyên Ermenîstanê û Îranê li ser peywendîyên dîrokî yên aborî û çandî girêdayî ne. Li gorî wî, pêwendîyên her du welatan xwedî girîngîyeke stratêjîk in û pêşhatên ku diqewimin zêdetir giringîya hevkarîyên dualî tekez dikin. Sêyêd Abas Araxçî bal kişand ser berdewamîya piştevanîya Îranê ji yekparçeya axa Ermenîstanê û bal kişand ser girîngîya têkneçûna sînorên heyî yên li herêmê.
Di hevdîtinê de li ser pêkanîna projeyên nû yên di navbera Ermenîstan û Îranê de di warê aborî û binesazîyê û ênêrjîyê de bal hat kişandin ser girîngîya organîzekirina serdanên dualî.
Li ser îmzakirina peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de û her wiha li ser mijarên din yên ku her du alî
Serokwezîr Paşînyan bal kişand li ser wê yekê ku hukumeta Ermenîstanê pabendî bi cî bi cîkirina berdewam ya bernameya aşîtîyê ye û di heman demê de, wezîrê Îranêyî karên der piştevanîya welatê xwe ji bo îmzekirina rêkeftina aşîtîyê di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de nîşan da û got ku ewê bibe alîkar ji bo dabînkirina aramîyê li navçeyê.
Serokwezîr Paşînyan xwest ku silavên xwe yên germ bigihîne rêberê bilind yê Înqilaba Îslamî Ayatolah Sêyêd Elî Xamênêyî û serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkîyan.







