H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye ku şêwirdarîya dora wede û cîhê îmzekirina qaylnivîsara aşîtîyê destpê bikin

Ermenîstanê pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye ku şêwirdarîya dora wede û cîhê îmzekirina qaylnivîsara aşîtîyê destpê bikin.

“Armenpress” ê ragîhandîye, wekî derbarê wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê dayîna bersivên pirsaye li parlamêntê gotîye.

“Me pêşnîyarî  Adirbêcanê kirîye ku şêwirdarîya destpêkin.Pêşnîyar usa jî bi kanalên dîplomatî tên kirinê û xebat tên mîyaserkirinê.Ew yek ne başe ku derheqa xebata dîplomatîda gilîkin, dema ku xebat encam bide, emê  encamê wê bibînin”,-Paşînyan gotîye.

13 ê adarê, Adirbêcanê bi fermî elam kir wekî dora têksta peymana aşîtîyê qaylî hatîye destanînê.Wezîreta Ermenîstanêye karên der da dîyarkirinê ku amedeye dora cîh û wedê  îmzekirina peymanê gotûbêjkirina destpêke.

Piştî wê yekê, cêrge welat û organîzeyên li dinîyayê destanîna qaylîya dora têksta peymanê silav kirine û bi hîvîdarî gotine, wekî  zûtirekê peymanê bê îmzekirin.

Feqet Adirbêcan qewilên nû bona wê yekê pêşda dikişîne û dibêje ku gerekê nava Konstîtûsîya Ermenîstanêda guhartin bêne kirinê û koma Mînskê jî gerekê bê belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button