H’emû nûçeSereke

Li Helebê konsûlê Tirkîyayêyî sereke li konsûlxana Ermenîstanê qesidîye

Li Helebê konsûlê Tirkîyayêyî sereke Mûamer Hakan Cengîz li konsûlxana Ermenîstanêye sereke qesidîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda nava elametîya konsûlxanêda hatîye gotinê.

“Bi silavkirina mêvana, konsûlê Ermenîstanêyî sereke Ara Avêtîsyan konsûlê Tirkîyayê, girêdayî vekirina konsûlxana Tirkîyayêra, ew pîroz kirîye”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Hatîye dîyarkirinê,wekî konsûlxana Ermenîstanêye sereke ji  30 î salî zêdetire ku li Helebê kar dike û ewê tu cara şuxulkarîya xwe nedaye sekinandinê.

Ara Avêtîsyan bona wê yekê wekî alîkarîya ji Ermenîstanê gihîştîye Sûrîyayê, bona piştgirîyê razalixî elamî alîyê tirkî kirîye.

Konsûlê Tirkîyayê gotîye, wekî bi hesabhildana qanûnên êtîkayê, ewî çawa borcê xwe hesab kirîye ku li wekîltîya Ermenîstanê biqeside û nasîya xwe bide hevkarê xweyî ermenî.

Konsûlê Ermenîstanêyî sereke bona hevkarê xweyî tirk açixî xwestine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button