H’emû nûçeSereke
Nava projeya qaylnivîsara aşîtîyêye tevî Adirbêcanê tu xaleke usa tune ya ku tenê bona Ermenîstanê borcdarîye:Paşînyan

Nava projeya qaylnivîsara aşîtîyêye tevî Adirbêcanê tu xaleke usa tune ya ku tenê bona Ermenîstanê borcdarîye, ya ku bona Adirbêcanê borcdarîyê pêşda nayne.
Li gorî ragîhandina “Armenprêss” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê dayîna bersivên pirsaye li parlamêntê gotîye.
“Ez dixwezim careke din bidime dîyarkirinê,wekî nava projeya qaylnivîsara aşîtîyêda tu xaleke usa tune, ya ku borcdarîyê bona Ermenîstanê pêşda tîne, lê bona Adirbêcanê na.Tu xeber, tu gotineke wî cûreyî tune”,-Paşînyan gotîye.
Bi tomerî hildayî, bona qîmetkirina hal, serokwezîr naskirina dinîyayê girîng hesab kirîye û derheqa wan qanûnada daye dîyarkirinê, yên ku li dinîyayê dişuxulin.







