H’emû nûçeSereke

Yêrêvan û Aşgabat li ser rêkeftinekê danûstandinan dikin ku gaza tirkmênan li ser Îranê re derbazî Ermenîstanê bikin

Ermenîstan û Tirkmênistan ji bo kirîna gaza xwezayî ji konsêya dewleta “Tirkmengaz” re danûstandinan dikin, ku dê bihêle gaza tirkmênî di ser Îranê re ji Ermenistanê re bê şandin.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, ev yek ji alîyê şêwirmendê serokwezîrê Ermenîstanê Artaşês Tûmanyan ve di civîna 10 emîn ya komîsyona navdewletî ya hevkarîya aborî ya di navbera Ermenîstan û Tirkmênistanê de ku li Yêrêvanê hatîye lidarxistin  ragîhand.

Li gorî Tûmanyan, di heyama çend salên borî de, şandên Ermenîstanê çendîn serdan bo Tirkmênistanê kirine û di wan serdanan de çend bernameyên girêdayî bi ênêrjîyê û sêktorên cûre-cûre yên girêdayî wê hatine gotûbêjkirin.

Artaşês Tûmanyan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser 3 qadên ku di serdanên xwe yên Tirkmênistanê de li derdora wan mûzakere hatin kirin.

“Pêşî, alîyê ermenî xwestîye ku ji bo kirîna gaza xwezayî ji konsêya dewleta “Tirkmêngaz” ê re peymanek amade bike, di vê çarçoveyê de çend gerên danûstandinan hatin kirin”. Di van hevdîtinan de bendewarî û nêrînên alîyên ermenî hatin pêşkêşkirin û hemû taybetmendîyên têknîkî yên bernameyê hatin nîqaşkirin. Esasê projeyê wiha ye: “Ji bo kirîna ji “Tirkmêngaz” ê, pevguhertina wê di nav axa Îranê de di çarçoveya plana SWOP de bê organîzekirin û bigihêje sînorê Îran-Ermenîstanê”,- Tûmanyan dîyar kirîye.

Herî dawî destnîşan kir ku ji ber ku Îran yek ji beşdarên girîng û sereke yên vê bernameyê ye, danûstandin bi Têhranê re jî hatin kirin û di encamê de Îran bi cî bi cîkirina bernameyê razî bûye.

“Plan her weha nîşanek hejmarî jî dîyar dike: bidestxistina gazê bi qebareya 600 mîlyon heta  mîlyardek mêtrkûb”. Lê divê ez bibînim ku heta îro jî xebatên lihevkirina li ser nirxê gazê ku beşeke girîng ya wê peymanê ye, bi dawî nebûye û danûstandin berdewam in”.

Bi gotina wî, di wan danûstandinan de, hinartina gaza tirkmenan bo Gurcistanê jî bi rêya heman sîstêma SWOP-ê bi rêya axa Ermenîstanê hat gotûbêjkirin. Li gorî Tûmanyan, alîyê Gurcistanê jî di vê mijarê de bersiveke erênî daye.

Artaşês Tûmanyan gotîye: “Heger ev fikir bê cî bi cîkirin, wê di pêşerojê de jî derfet çê bibe ku gaza tirkmênan bigihîne welatên deryaya Reş.

Li gorî vê dawîyê, bernameya duyemîn ya mûzakereyên ermenî-tirkmênî têkildarî kirîna êlêktrîkê ji Tirkmenistanê ye, ku ji Aşxabadê bersiveke erênî wergirtîye. 

Alîyê tirkmênî bi vê minasebetê pêşnîyara xwe ya bihayê pêşkêş kir, ku li gorî min ev yek ji me re tê qebûlkirin, lê divê ez bibêjim ku alîyê Ermenîstanê heta niha nexşeyek herî baş ji bo bikaranîna zêde ya êlêktrîkê peyda nekirîye. Tûmanyan destnîşan kir ku di vê mijarê de nîqaş tên kirin û wiha gotîye: “Em ewil fikirîn ku di projeya gaz-êlêktrîkê ya Ermenîstan-Îranê de bê bikaranîn, lê heta niha çareserîyeke me ya erênî tune”.

Arasteya sêyem jî li ser îmkanên bidestxistin û şandina berhemên cûre-cûre yên komplêksa neft û gaza tirkmênan bo Ermenîstanê û belkî jî rêyên din e.

“Top li vir li qada me ye”. Artaşês Tûmanyan gotîye: “Divê em agahî û piştgirî bidin şîrketên ermenî yên eleqedar, da ku karibin li hawîrdora karsazîya tirkmênan kar bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button