Ermenistan di navnîşa geştiyariya betlaneyê ya 15 ya herî baş ya aborî ya Rojhilata Navîn de cîhê herî pêşîn destnîşan kirîye

Ermenistan di lîsteya 15 a da baştirîn cihên betlaneyê yên ji bo cejna remezanê ya sala 2025 a de di lîsteya aborî ya Rojhilata Navîn de wekî cîhek sereke hate nas kirin.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, rojnameyê diyar dike ku Ermenistana ku xwedan dîrokeke dewlemend û xwezaya xweş e, cîhêreng yên seyrangehên geştyarî pêşkêşî dike û bi vî rengî ev welat dike yek ji cihên îdeal yên ji bo ziyaretê di “Eyd Al-Fitr 225”.
Kovarê kompleksa kaskada Yêrêvanê, meydana Komarê ya Yêrêvanê û Matênadarana ji bo geştiyaran wekî cihên balkêş destnîşan kirîye. Hat destnîşankirin ku perestgeha kevinar ya Garnîyê û kompleksa keşîşxaneya Gêxardê ya ku di lîsteya UNESCO yê de ye delîlên mîrata çandî ya dewlemend ya welêt in.
Gola Sêvanê, parka neteweyî ya Dilîjanê û keşîşxaneya Tatêvê jî wek cihên geştiyariyê yên balkêş tên binavkirin.
Cejna Remezanê cejnek e ku tê de niştecihên Îmaratê çenteyên xwe çêdikin û xwe ji geştên balkêş yên 4-5 rojan re amade dikin. Cejn ji bo hemû mislimanan helkefteke taybet e, di vê cejnê de bi xizmên xwe re wext derbas dikin. Ew dawiya meha Remezanê ya misilmanan û destpêka meha din ya şewalê ye.
Di lîsteya 15 ada cihên herî baş yên kovarê de hatine weşandin, Ermenistan di rêza 1mîn de, Adirbêcan 2 mîn, Fransîya 3 mîn, Gurcistan 4 mîn, Almanîya 5, Îndonêzya 6, Îtalya 7, Qazaxistan 8, Kênya 9, Singapûr 10, Afrîkaya Başûr 11, Swîsre 11.







