H’emû nûçeSereke

Hene hêz, yên ku ji pêwandîyên Rûsîyayê û Ermenîstanêye dostîyê razî nînin: Zaxarova

Rûsîyayê û Ermenîstanê pêwandîyên dîrokî û dostîyê bi cûrê qewîn xweyî kirine,cûrekî mayîn ew yek nikaribû bibûya.Derbarê wê yekêda, wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye rojnamevana.

“Em welatên cînarin, di navbera kîjanada pêwandîyên hûmanîtarîye kûr hene û ew bi gêografî, dîrokî û yazîya cimetava bi hevva girêdayîne”,-Zaxarovayê gotîye.

Ewê usa jî daye dîyarkirinê,wekî hene hêz, yên ku ji pêwandîyên Rûsîyayê û Ermenîstanêye dostîyê razî nînin. “Tabîya me zelale û me bi dokûmêntên anegor guhdarîya li ser pêşkeftina pêwandîyên cimetên herdu welata daye merkezkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button