H’emû nûçeSereke

Komîsîyona azadiya olî ya Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê  belgeyên wêrankirina abîdeyên dîrokî û çandî yên Ermenistanê ji aliyê Adirbêcanê ve dike

Komîsîyona azadiya olî ya navneteweyî ya Amêrîkayê (USCIRF) rapora xwe ya salane eşkere kir û tê de behsa wêrankirina berhemên çandî û dîrokî yên Ermeniyan yên li axa Arsaxê ji aliyê Adirbêcanê ve kir.

Li gorî USCIRF, Caucasus Heritage Watch (CHW) belgeyên nû yên satelaytê yên cihên olî yên di xetereyê de li Qerebaxê pêşkêş kir.

 CHW ragihand ku wêrankirina şûnwarên olî yên ermenî yên din, di nav de dêreke sedsala 19 mîn, du goristan, û abîdeyên din.

Wek din, di meha hezîranê de, rêxistina mafên mirovan ya navneteweyî ya amêrîkî Freedom House dît ku Adirbêcan di operasîyonên leşkerî yên salen 2020 î  û 2023 de “stratejiyek berfireh û metodîkî ji bo valakirina Qerebaxê ji nifûsa xwe ya êtnîkî ya ermenî û hebûna dîrokî û çandî” pêk tîne û destnîşan kir ku kiryarên Adirbêcanê tawanên olî ne, di nav de sûcên şer, yên ermeniyan û binpêkirina rêûresmên olî”,- rapor tekez dike.

Di vê derbarê de, ajansê pêşniyar kir ku hukumeta Amêrîkayê bi taybetî sizayên armanckirî li ser dezgehên hukumeta Adirbêcanê bisepîne, serdana çavdêrên navdewletî yên serbixwe bo Qerebaxê hêsan bike, wek nimûne, ji Netewên Yekbûyî bo Qerebaxê û navçeyên cînaran ji bo verastkirin û belgekirina lîsteya mîrata çandî û olî.

Wekî din, USCIRF pêşniyar dike ku li kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser mijara azadiya olî li Adirbêcanê rûniştinan bên lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button