Min gumana cimeta Syûnîkêye hindava aşîtîyê, qewînbûnê û gulvedanê texmîn kir:bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li Syûnîkê qesidîye

Bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Krîstîna Kwîn li qeza Ermenîstanêye Syûnîkê qesidîye. “Armenpress” ê daye dîyarkirinê, wekî wextê seredanê, bayloza amêrîkî rastî serokê qeza Syûnîkê Robêrt Xûkasyan û wekîlên serokatîya cîh hatîye.Wextê hevdîtinê pirsên êkonomîkî û herêmî hatine gotûbêjkirinê.
“Li ser rîya Syûnîkê, li qeza Araratê, Krîstîna Kwîn li kompanîya amêrîkî qesidîye, ya ku li Ermenîstanê çawa învêstîsîya amêrîkî tê hesabê û ya ku bona herdu welata çawa gaveke kardar tê hesabê. Ew usa jî li kompanîyake başqe qesidîye, ya ku dîsa învêstîsîya amêrîkîye”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
“Bi axaftina tevî cimeta Syûnîkê, min gumana cimeta Syûnîkêye hindava aşîtîyê, qewînbûnê û gulvedanê texmîn kir. Ezê hemû tiştî bikim bona ku di navbera herdu welatada pêwandîyên diha qewîn îzbatbin”,-bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî gotîye.







