H’emû nûçeSereke

Qaylkirina aşîtîyê, ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda wê ya birîyarkirbe: Mîrzoyan  

Qaylkirina aşîtîyê, ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda wê ya biryarkirbe.Li gorî ragîhandina Sputnik Kazaxstan ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Qazaxistanê gotîye.

“Piştî hevraxeberdanên wededirêj, wedeye ku qaylnivîsar bê îmzekirinê û pêşda herin bona ku li Kafkasîya Başûr bighîjine aşîtîyê û vekirina mecalên êkonomîkî”,-Mîrzoyan gotîye.

Wextê hevdîtina tevî wezîrê Qazaxistanêyî karên der, pirsên herêmîye girîng hatine gotûbêjkirinê.Mîrzoyan pirsên di navbera pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda raberî wezîrê Qazaxistanêyî karên der Mûrat Nûrtlêû kirîye.

Tabîya Ermenîstanê zelale û li ser  dêklarasîya Alma Atayê hatîye hîmdanînê.Derbarê wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der daye dîyarkirinê.

“Em elametîya wezîreta Qazaxistanêye karên der, ya girêdayî serhevdahatina danûstandinên dora qaylnivîsara aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bilind qîmet dikin”,- Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button