H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û serokê Qazaxistanê fikir dora pirsên navneteweyî û herêmî pevguhartine

Serokê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayêv wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê, pirsên pêwandîyên dualîye di navbera Ermenîstanê û Qazaxistanêda hatine gotûbêjkirinê.

Ararat Mîrzoyan û Qasim Comert Tokayêv fikir dora pêşkeftina hevkarîya stratêjîye di navbera herdu welatada û yên bona herdu alîya hewaskar gotûbêj kirine.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û serokê Qazaxistanê usa jî fikir dora pirsên navneteweyî û herêmî pevguhartine.

Mîrzoyanê wezîr tabîya Qazaxistanêye nava pirsa pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda bilind qîmet kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button