Derbazbûna bi rîya neqanûnî, bi kîjanê diçine Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, hûn ewlehîya xweye fîzîkî û jîyana xwe dikine bin qezîyayê: baylozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî

Bi derbazbûna bi rîya neqanûnî, bi kîjanê diçine Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, hûn ewlehîya xweye fîzîkî û jîyana xwe dikine bin qezîyayê.Derbarê wê yekêda nava elametîya baylozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê hatîye gotinê.
“Heger hûn berbi sînor diçin û dixwezin bi rîya neqanûnî derbazî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bibin, wî çaxî hûn ewlehîya xweye fîzîkî û jîyana xwe dikine bin qezîyayê, çimkî hûn dikarin bikevine destê meriv û komên xirabkar, bibine qurbanîyên şuhurandinê, êrîşa û kuştinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Ew welatîyên ku bi neqanûnî sînorra derbaz bûne, wê bêne girtinê, yan jî wê ji welêt bêne derxistinê.Derheqa wê yekêda baylozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî daye dîyarkirinê.
Piştî dayîna vîzayê kontrol nasekinin.
Em her dem dîna xwe didinê ku teribandinên qanûna û normên anegor neyêne kirinê û heger teribandin hebin, wî çaxî vîza têne betalkirinê û ew meriv jî ji welêt tên derxistinê.







