H’emû nûçeSereke

Dîplomasîya amêrîkî hewl dide pêşî li vê ssênaryoya pir neyînî bigire:Sûrên Sargsyan

Xuya ye ku Tramp ji bo asayîkirina peywendîyên Amêrîkayê û Îranê hewl dide, lê ev pêvajoyeke pir aloz e ku faktorên Îsrayêlê û Tirkîyayê li ber çavan digirin. Pisporê kar û barên navneteweyî Sûrên Sargsyan li ser rûpela xwe li ser vê yekê nivîsîye.

Ewî bi taybetî da zanîn: “Eşkere ye ku bihêzbûna Îranê ne di berjewendîya Îsrayêlê û ne jî di berjewendîya Tirkîyayê de ye”. Heger di meseleya Îsrayêlê de her tişt hêsan be, di mijara Tirkîyayê de ev çend pêkhate hene.

Ji bo dîtina Enqereyê pêvajoya asayîkirina peywendiyên rûsî-amêrîka çiqas bi hêrs dişopîne bes e. Ev yek bi vexwendina Zêlênskî bo Enqereyê û girtina sîwanekê li ser serê wî û herwiha bi daxuyanîyên cuda yên derbarê şandina leşkeran li Ûkraînayê tê nîşankirin. Ji her kesî re eşkere ye ku di bûyera meha hingivînê ya rûsî-amêrîkî de, Enqere wê hem ji bo Rûsyayê û hem jî ji bo Dewletên Yekbûyî rol û girîngîya xwe ya wekî “hevkareke stratêjîk ya neguhêrbar” winda bike. Her tim wisa bûye. Di çerçoveya alozîya Rojavayê-Rûsyayê de faktora Tirkîyayê her tim girîngî bi dest xistîye û berovajî vê.

Di ssênara din de, dema ku peywendîyên Amêrîkayê û Îranê asayî bibin û tole bên rakirin, Îran dibe dêwek aborî û sîyasî ya herêmê ku xwedî aborî û binesazîyek pêşketî ye.

Îran ku li herêmê hevsengîya xwezayî ya Tirkîyayê ye, wê li Başûrê Kafkasîyayê û li derveyî wê, ji bo destûrdayîna Tirkîyayê-Adirbêcanê bibe kefeneke teng. Ev ssênar jî rêalîst e, bi taybetî ku Îran dikare di sîyaseta Waşîngtonê de roleke pir girîng bilîze di warê ragirtina nifûza zêde ya Çînitanê, bi taybetî astengkirina cî bi cîkirina projeya “Yek kember, yek rê”.

Bi gelemperî, di dilê her hesabek Tramp de girtina Çînistanê wek pêşînek sereke ye (Tramp tewra Hindistanê, Îranê û Rûsyayê jî wek bendavên li dijî Çînistanê dibîne).

Gelo Tirkîya û Îsrayêl wê hewl bidin ku rê li ber nerazîbûna Îran-Amêrîkî ya muhtemel bigirin, wek nimûne, bi bêîstiqrara herêmê bi rêya Adirbêcanê?

Kiryarên muhtemel yên li dijî Syûnîkê dikarin bibin sedema berteka tûnd ya Îranê, ku dibe sedem ku Tirkîya û Îsrayêl bikevin nav şer. Di vê rewşê de, Waşîngton û Moskva îdî nikarin ji vê pêvajoyê dûr bimînin, ku wê bibe sedema ji nû ve guherandina hemû peymanên heyî. Û heger em xebatên dîplomasîya Amêrîkayê yên van rojên dawî bişopînin, ji bangên Rûbîo heta serdana balyozê Amêrîkayê yê li Ermenîstanê bo Syûnîkê, em ê bibînin ku ev ssênara neyînî ya ku dîplomasîya Amêrîkayê hewl dide pêşî li wê bigire, tam e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button