“Pêvajoyên aşîtîyê û astengkirina herêmê girêdayî Dewletên Aêrîkayêye ” : Gantaharyan

Hevpeyvîna bi Radar Armenia ê pisporê karûbarên navneteweyî Şahan Gandaharyan e.
-Tevî danûstandinên aktîv yên rûsî-amêrîkî, di mijara Ûkraînayê de hîn lihevkirinek çênebûye. Ji kerema xwe li ser ramana xwe bidin, çima?
– Berîya peymana agirbestê ya di şerê Ûkraînayê de yan jî muzakereyên Rûsyayê û Ûkraînayê de muzakereyên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ûkraînayê didomin. Ji xwe di vî warî de peymanek tê ragîhandin. Peyman bi esasî bikaranîna çavkanîyên Ûkraînayê yan jî birêvebirina navendên atomî ve girêdayî ye. Armanca sereke ya Dewletên Yekbûyî bidestxistina rezervên mînêral yan mêtalên kêm e. Neynûka di tabûtê de rû bi rûbûna Tramp û Zêlênskî li Waşîngtonê bû bîranîna bi sedan mîlyaran boneyên ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve hatîye derxistin. Niha Amêrîka wê wan pereyan di warê kanî û çavkanîyan de werbigire. Piştî vê qonaxê, pêvajo wê li ser Çînistanê xurt bibe. Di her rewşê de, Dewletên Yekbûyî niha li nêzîkî Rûsyayê, tevî Ûkraînayê, heye.
– Serokkomarê Ûkraînayê ragîhand ku mijara tawîzkirina erdan ji Rûsyayê re nayê nîqaşkirin. Em axa xwe nadin Pûtîn”. Bi dîtina we dê vegere bo sînorên berî şer, yan jî wê alî li ser rewşa niha li ber çavan bigirin?
Rewşa heyî dê statûseke nû çêbike. Heta wê demê, hêzên rûsî wê berdewam bin li ser kontrolkirina deverên ku niha lê ne, di heman demê de wê Amêrîka çavkanîyên aborî bikar bîne û pêgehên xwe li navçeyên ser bi Rûsyayê bihêz bike. Di esilê xwe de, Dewletên Yekbûyî û Rûsya Ûkraînayê parve dikin.
– Serokê Rûsyayê pêşnîyar kirîye ku di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî û çend welatan de, mijara avakirina hukumeteke demkî li Ûkraînayê bi mebesta lidarxistina hilbijartinan li Ûkraînayê were gotûbêjkirin. Ma wê bi wê vebijarkê re derbas bibe, û gelo ev dikare wekî çareserîyek were hesibandin?
– Pêvajoyên din yên hilbijartinê hîn ne dîyar in. Berîya agirbestê îhtîmaleke wisa çênabe. Û rewşa berî agirbestê hîn jî di qonaxên aloz re derbas nebûye. Ez bawer nakim ku di demek kurt de rewşek pêşkeftinê çêbibe.
– Em li geşedanên herêmê jî binêrin. Berdevkê serokkomarîya Adirbêcanê Êlçîn Amîrbekov bang li alîyên ermenî kir ku pêvajoya îmzekirina peymana aşîtîyê bilezînin û da zanîn ku ev derfet heta-hetayê namîne. Di dawîyê de, gelo Bekû dixwaze peymana aşîtîyê îmze bike yan na?
– Di gotina Amîrbêkov de dengek tehdîtkar heye: sibe dibe ku rewşek xerabtir ji bo Ermenîstanê derkeve. Ya ku ew bi bingehîn dibêje ev e. Yêrêvanê got ku ew amade ye îmze bike, lê Bekû bersiv neda. Berovajî vê yekê şert û mercên nû derdixe pêş. Amîrbekov raya giştî dixapîne, îdîa dike ku Ermenîstan aşîtîyê xera dike. Ev tevgereke kevneşopî ya Bekuyê ye.
– Hûn îhtîmala îmzekirina belgeyê heta dawîya salê dibînin yan na?
– Li vir faktorên bibandor hene ku dikarin roleke diyarker bilîzin.Heger Enqere biryar bide ku zextê li Bakûyê bike ku peymana aştiyê îmze bike, îhtîmal wê zêdetir bibe. Li ser rûyê erdê, ew berevajî ye. Bekû gazinan dike dema ku Enqere, wek mînak, bi awayekî demkî deriyê sînor vedike. Enqere pêvajoyan bi hev ve girêdide.
Di dawiyê de, pêvajoyên aşîtîyê û dorpêçkirina herêmê girêdayî Dewletên Yekbûyî ye.Heger Waşîngton van hemûyan gavên girîng ji bo lawazkirin, bertengkirin, yan jî bi giştî ji holê rakirina faktora Rûsîyayê binirxîne, wê pêvajo bikeve qonaxeke pratîkî.







