Almanîya û temamîya Avropayê nava pirsa mîyaserkirina projeya “Xaçerêya aşîtîyê” hewaskarin: Ştaynmayêr

Almanîya û temamîya Avropayê nava pirsa mîyaserkirina projeya “Xaçerêya aşîtîyê” hewaskarin, bona ku Ermenîstan bikaribe wê bernamê mîyaserke, bi kîjanê usa jî pêwandîyên rîya wê di navbera Avropayê û Asîya Rojhilatêda bêne sazkirinê.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, serokê Almanîyayê Frank-Valtêr Ştaynmayêr wextê press-konfêransa tevî serokkomarê Ermenîstanê gotîye û derheqa vekirina rêyên herêma Kafkasîya Başûr xeberdaye.
“Ne tenê Almanîya, lê usa jî temamîya Avropayê hewaskarin ku ew bernama Ermenîstanê, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê” bê mîyaserkirinê, bi kîjanê rêyên di navbera Avropayê û Asîya Rojhilatêda wê bêne vekirinê.Ev hemû tişt îmzekirina qayîlnivîsara aşîtîyêva girêdayîne”,- serokê Almanîyayê gotîye.
Ewî serda zêde kirîye,wekî heger gilî derheqa pêşdaçûyîna sîstêmadane, wî çaxî învêstorên navneteweyî pêwîstin, yên ku amadene nava sazkirina wan sîstêmada învêstîsîya bikin.







