H’emû nûçeSereke

Gelo Ermenîstan plan dike ku xercên endamtîyê bide byûcêya  Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv? :daxuyanîya wezîreta  karên der

Gelo Ermenîstan plan dike ku heqê endametîya salane bide byûçêya  Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv? Li ser daxwaza Sputnik  Armenîya ê, wezîreta karên der ya Ermenîstanê li ser vê mijarê şîrove kirîye.

“Aliyê ermenî bi fermî sekreteriya Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv agahdar kirîye ku ew ê ji lûtkeya Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv ya sala 2024 a dûr bikevin”. Wezîreta karên der gotîye: “Ji îmzekirina biryara konsêya  Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv  ya “Li ser byûceyê” û beşdarbûna fînansekirina xebatên rêxistinê yên ku ji aliyê wê ve hatine pêşbînîkirin”.

Wezîretê her wiha da zanîn ku li gorî rêgezên navxweyî yên Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv, agahiyên li ser byûcêya salane ya rêxistinê ne ji raya giştî re ne.

Berî niha cîgirê wezîrê karên  der yê Rûsîyayê Alêksandr Pankîn gotibû, heger Ermenîstan heta dawiya sala 2025 a heqê endamtiya xwe nede byûcêya Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv, welatên endamên wê rêxistinê “dibe ku ssênarên cuda bifikirin”.

Em bînin bîra xwe ku di 8 ê gulana sala 2024 a de wezîreta karên der ya  Ermenîstanê ragîhand ku Ermenîstan beşdarî fînansekirina çalakiyên  Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv  nabe. Paşînyan di 14 ê hezîranê li meclisa neteweyî daxuyand ku pêngava din ya mantiqî vekişîna ji Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv ye.

18ê  îlonê, di dema foruma ermeniyan ya cîhanê de, ewî daxuyand ku Ermenîstan di têkiliyên xwe yên bi Organîzeya Peymana  Ewlehîya Kolêktîv  re nêzîkî xala bêveger e. Li gorî wî rêxistinê metirsî li ser serweriya welat çêkiriye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button