H’emû nûçeSereke

Nava pirsa îmzekirina qayîlnivîsara aşîtîyêye tevî Adirbêcanê, Ermenîstan sîyaseta çêkirinê dide kifşê: serokê Almanîyayê

 Serokê Almanîyayê Frank-Valtêr Ştaynmayêr elam kirîye,wekî  nava pirsa îmzekirina qayîlnivîsara aşîtîyêye tevî Adirbêcanê, Ermenîstan sîyaseta çêkirinê dide kifşê, lê bona îmzekirina qayîlnivîsara aşîtîyê îdî dijwarî  tunene. Li gorî ragîhandina “Armenprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê Almanîyayê Frank Valtêr Ştaynmayêr wextê prêss-konfêransa tevî serokkomarê Ermenîstanê gotîye.

Serokê Almanîyayê derheqa xalên qayîlnivîsara aşîtîya di navbera Ermenîstîanê û Adirbêcanêda xeberdaye û wî alîda derheqa gavên Yêrêvanêda daye dîyarkirinê û gotîye,wekî wextê axaftina tevî serokkomarê Ermenîstanê, ewî gotîye wekî dinîya ji dew û doza gelekî zîyanê ketîye û ew yek dijwarîya pêşda  tîne ku serkarîkirina kardar mîyaserkin.

Serokê Almanîyayê daye dîyarkirinê,wekî girînge ku Ermenîstan û Adirbêcan bona helkirina dew û doze gavên dawî biavêjin, yên ku bona îzbatbûna aşîtîyêne.

“Em hemû jî şedê wê yekêne, wekî nava hevtîyên dawîda Ermenîstanê ser rîya çêkirinê daye dîyarkirinê.Nava qaylnivîsara aşîtîyêda, îdî pirsên usa tunene ku ew neyê îmzekirinê.Niha li Adirbêcanê gerekê hemû pirsgirêk bêne hildanê, ku ew dokûmênt bê îmzekirinê”,- Frank Valtêr Ştaynmayêr gotîye.

Serokê Almanîyayê gotîye, wekî li Kafkasîya Başûr meriv hîvîyêne wekî dew û doza wededirêj wê bisekine û piştî wê pêşkeftina êkonomîkî wê hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button