SerekeSîyasî

Rageşiya Amêrîkayê û Îranê nabe sedem ku Tehran “xetên sor” biguherîne:pisporên li ser pêşketinên gengaz

Balyozê Îranê yê li Ermenîstanê li hember gefên dualî yên di navbera Amêrîkayê û Îranê de careke din bi bîr xist ku helwesta Tehranê ya derbarê guhertina muhtemel ya sînorên Ermenistanê de eşkere ye. Tehran “xetên sor” hene ku divê neyê derbaskirin. Pispor û çapemeniya navneteweyî jî têkiliyên Waşîngtonê û Tehranê analîz dikin û behsa geşedanên muhtemel dikin.

Çapemeniya brîtanî bi awayekî aktîv nûçeyên ku Dewletên Yekbûyî û Îsrayêl plan dikin ku navendên atomî yên Îranê bombebaran bikin belav dikin. Bi taybetî rojnameya “Daily Mail” li ser vê yekê dinivîse û amaje bi çavkaniyên xwe yên sîyasî, leşkerî û dîplomatîk yên Îsrayêlê dike.

Nûçeyên weha ne nû ne, bi rêkûpêk têne ragihandin, lê peyva herî dawî dişibihe ultîmatomê, şîretên periyodîk yên brîtanî.

Ji xeynî gotinê hin gavên şênber jî têne avêtin ku dikarin şahidiya giraniya rewşê bikin. Bi taybetî Amêrîka çend bombeyên din li baregeha leşkerî ya amêrîkî-brîtanî li girava Diego Garcia li okêana hindê bi cih kirine. Pispor wê pêngava Waşîngtonê wek alarmekê dinirxînin.

Li gorî zanyarê siyasî Aêksander Iskandaryan, ne mimkûn e ku Dewletên Yekbûyî li dijî Îranê şerekî mezin bide destpêkirin.

“Bandora Tirkîyayê her ku diçe zêde dibe, divê ev li ber çavan bê girtin. Her wiha em sîyaseta Tramp, wan tehdîdên bêdawî dibînin… Dikarin rewşê bi awayekî cidî xerabtir bikin, lê ez bawer nakim ku şerekî rast derkeve. Di her rewşê de, Îran ji bo ku helwesta xwe biparêze wê hewce bike ku hewil bide”.

Tê bawer kirin ku tevgerên berê yên ji bo lawazkirina Tehranê li Têl Avîvê bandorek girîng hebû, ku beşek girîng ji pergalên berevaniya esmanî yên Îranê, ku li Sûrîyayê û Iraqê bi cih bûne, ji holê rakirin.

Rojnameya Express ya brîtanî jî bi amajekirina çavkaniyên xwe yên nêzîkî rêveberiya serokkomarê Amêrîkayê dinivîse ku ji ber ku Tehranê pêşniyara danûstandinên raste-rast bi Waşîngtonê re red kiriye, îhtimal heye ku di destpêka payîzê de li Îranê bê xistin. Ji bilî vê, Tramp berî niha hişyarî dabû Îranê ku heger Tehran danûstandinên li ser rêkeftina atomî red bike, ew ê lêdan bike.

Rêberê olî yê giyanî yê Îranê Ayatolah Elî Xamênêyî çend roj berê pêşniyara Tramp ya ji bo destpêkirina danûstandinên raste-rast li ser rêketinama navokî ya nû red kir. Tehran wê di bin zext û gefên leşkerî de danûstandinan neke, her wiha ji Tehranê tê ragihandin ku li hember kiryarên li dijî Îranê, Amerîka wê bersiveke tund û bibiryar werbigire.

Di şert û mercên pir aloz yên di navbera Amêrîkayê û Îsrayêlê de bi Îranê re, hejmarek ji welatên kendava Farisa, Erebistana Saûdî, Kuveyt, Êmîrat û Qeterê red kirin ku qada esmanî ya xwe bidin hêzên esmanî yên Amêrîkayê ji bo êrîşa li dijî Îranê.

Niha koşika Sipî bi awayeke cidî li ser pêşniyara Îranê ya ji bo danûstandinên navbeynkariyê difikire, – malpera amêrîkî Axios, li ser çavkaniyên dîplomatîk yên amêrîkî dinivîse.

Pêştir aliyên amêrîkî pêşniyara danûstandinên raste-rast ji Îraniyan re kiribûn, lê Tehranê red kiribû û ragihandibû, ku peywendiyên bi Amêrîkiyan re tenê bi navbeynkariya Omanê dibe.

Balyozê Îranê yê li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî, li hember têkiliyên pir aloz yên Amêrîkayê û Îranê, careke din eşkere kir ku guhertina sînorên Ermenistanê ji bo Tehranê “xeta sor” e.

“Geşedanên li başûrê Ermenîstanê, li Syûnîkê, raste-rast bi şahê Îranê ve girêdayî ye. Sedema ku Îran guhertina sînorên navneteweyî wek “xeta xwe ya sor” dibîne, ji ber vê yekê ye, ji ber ku çarenûs û ewlekariya me bi hev ve girêdayî ne. Her çend sînorê me bi Ermenîstanê re pir kurt be jî, ew yek ji sînorên herî ewle yên cînarên me tê hesibandin.

Balyozê Îranêyî li Ermenîstanê tekez dike ku Tehran dikare derfetan ji Ermenistanê re biafirîne ku bi başûr, Hindistanê re were girêdan. Li gorî balyoz Ermenîstan li navenda rêya Bakur-Başûr e û dikare bi rêya Îranê xwe bigihîne bendera Çabehar û kendava farisa.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button