H’emû nûçeSereke

Divê azadîya girtîyên ermenî ji bo Tramp ji bo piştgirîya peymana aşîtîyê bibe şert: parêzerê Rûbên Vardanyan

Jarêd Gênsêr, parêzerê navneteweyî û çalakvanê mafên mirovan yê wezîrê berê yê dewleta Arsaxê Rûbên Vardanyan, bang li rêveberîya Tramp dike ku soza xwe ya berîya hilbijartinê ya ji bo destwerdana Xiristîyanên ermenî pêk bîne, ji ber ku peymana aşîtîyê ya bi Adirbêcanê re tehdîd dike ku girtîyên ermenî di  dawî de bihêle, ewî ji ajansa  Catholic News Agency re gotîye.

Parêzer destnîşan kirîye: “Daxwaza me ya ji rêveberîyê gelekî zelal bû. Ji bo ku helwêsta rêveberîyê bi pêş ve biçe divê peymana berdana girtîyên xiristîyan yên ermenî bibe şert û merc”.

Gênsêr gotîye ku Rûbên Vardanyan, şagirtê dêra ermenî ya Şandîyan, ku li Bekûyê tê girtin, încîl red kir, ku li gorî wî, “tenê piştrast dike ku çewsandina wî û rêberên din yên Qerebaxê ne tenê ji ber wê yekê ye ku ew “nûnerên komara veqetandî” ne, ji ber ku ew xiristîyan in.

“Me her wiha dît ku dêrên ermenîyan û cîhên din yên mîrata çandî ya ermenîyan piştî paqijkirina ÿtnîkî bi tevahî hatin hilweşandin”.- Gênser gotîye.

Ewî destnîşan kirîye ku Vardanyan bi 42 sûcên cuda hatîye sûcdarkirin û li dadgeha leşkerî tê darizandin, tevî ku wî qet leşkerîyê nekirîye. Gênsêr gotîye ku di cotmeha sala 2024 a de serokê Dewletên Yekbûyî yên Emêrîkayê Donald Tramp ji bo xiristîyanên ermenî yên ku tên perçiqandin li ber xwe da û tiştên ku li Qerebaxê diqewimin wek “paqijîya êtnîkî” bi nav kirîye. Gênsêr niha dibêje ku berdana girtîyan “pêşînîya herî sereke ya rêveberîya nû ye.”

“Ji me re hatîye gotin ku divê azadîya wan bibe şertek ji bo serok Tramp ku di dawîyê de piştgirîyê bide peymana aşîtîyê. Ez difikirim ku ev pêşveçûnek bi rastî girîng e, ji ber ku tirsa me ya herî mezin ew e ku heke peymaneke aşîtîyê pêk were û çareserî ji bo Qerebaxê yan jî ji bo girtîyên xiristîyan yên ermenî tune be, mixabin ew dikare bibe sedema qurbankirina wan girtîyan wek beşek ji peymana aşîtîyê”.

Li gorî Gênsêr, ji van mijarên sereke ne di peymana aşîtîyê ya heyî de ne jî di rojeva dualî de ne. Lê belê, ewî got ku gelek tişt hene ku rêveberîya Tramp dikare bike ku bigihîje wan armancan.

Parêzer wiha gotîye: “Dîktator tenê dema ku pêwîst bike girtîyên sîyasî serbest berdidin. Tu carî ji ber comerdî yan jî bi armancên mirovî vê yekê nakin. Tenê dema dîktator dibîne ku girtina girtîyê sîyasî yan jî girtîyan di girtîgehê de ji berdana wan bihatir e”.

Ji bilî rewşa girtîyên ermenî yên li Adirbêcanê, Gênsêr gotîye ku “gelek mijarên ku di warê şertên peymana aşîtîyê de hene ku xemgîn in.” Daxwazên Elîyêv ev in ku Ermenîstan dev ji korîdorê berde, bihêle ku ew ji Adirbêcanê di ser Ermenîstanê re derbazî Tirkîyayê bibe, û ku Ermenîstan pêşgotin ji destûra xwe derxîne ku doza axa Karabaxê dike.

Li ser pirsa rewşa girtîyên ermenî yên xiristîyan yên şer, wezîreta karên der ji CNA re wiha gotîye: “Em bi rîya balyozxaneyên xwe yên li herêmê ji nêz ve çavdêrîya rewşê dikin. Divê rêz li mafên mirovan yên hemû girtîyan bê girtin û heger bi sûcdarkirina wan re rû bi rû bimînin, divê garantîya dadwerî ya dadmend ji wan re bê dayîn”.

Gênsêr gotîye: “Peymana aşîtîyê ya ku pirsa paşeroja gelê Qerebaxa Çîya wê çawa be û herwiha serbestberdana girtîyên ermenî yên xiristîyan, çareser nebûye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button