Ji nîqaşên aktîv yên mijarên têkildarî Ermenîstanê li ser platformên avropî çi hêvî dikin?

3 ê nîsanê parlamentoya Avropayê ji bo 110 salîya salvegera qirkirina Ermenîyan civîneke taybet li dar xist. Di hevdîtinê de, parlamêntarên Avropayê înkarkirina jênosîdê şermezar kirin, girêdana wê bi qirkirina êtnîkî ya li Qerebaxê pêk hat, kirin û kiryarên Tirkîyayê û Adirbêcanê rexne kirin. Çima Avropa bi awayekî aktîv li ser mafên ermenîyan dest bi axaftinê kirîye û gelo ev ji bo Ermenîstanê jî îhtîmalek e?
Li gorî pisporê înstîtûta Kafkasyayê Hrant Mîkayêlyan, behskirina pirsgirêka Arsaxê û bi giştî anîna pirsgirêka ermenîyan di rojeva gotûbêjên Şêwira Avropayê de bi aktîvîteyeke nû ji ber çend şert û mercan e. Ya yekem, li gor wî, tenê sîyasî ye, heger em van gotûbêjan wek navgîneke zextê li ser Adirbêcanê binirxînin.
Ji ber ku avakirina aşîtîyê ji ber Adirbêcanê dereng dikeve, dîyar e ku pêwîstî bi bersivdayînê heye û bersiv jî wiha ye: pêwîst e hinek zext li Adirbêcanê were kirin.
Mîkayêlyan destnîşan dike ku dema rojeva nîqaşên Şêwira Avropayê bi awayekî berfireh bê mêzekirin, tê dîtin ku Tirkîya û Adirbêcan ji bo her kesî dibin pirsgirêk. Ji ber vê yekê, li gorî pispor, ev yek, ji hêla platformên avropî ve ji bo bersivdayînê derfeteke nû diefirîne. Organîzekirina nîqaşên bi vî rengî jî di wê çerçoveyê de mirov dihê berçav. Hrant Mîkayêlyan amaje bi wê yekê dike ku di cîhanê de têgihiştineke şaş hebû ku Adirbaycanê dest bi şer kir, bi vî awayî ji bo vegerandina yekparçeyîya axa xwe, lê niha li paytextên Avropayê têgihiştin ku armanca Adirbêcan û Tirkîyayê bi tevahî cuda ye, tê xurtkirin.
Daxwazeke din, belkî mezintir jî heye, wek mînak, polîtîkaya ji holê rakirina Ermenîstanê wek faktoreke jêopolîtîk tê meşandin. Daxwaza aşîtîyê tune ye, dewletek bihêztir û êrîşkar bi awayê Adirbêcanê hatîye efirandin, ku tenê bi her gavê bihêztir û êrîşkartir dibe. Hewl didin bi her awayî rave bikin.
Adirbêcan bi tundî li himber Fransîyayê, Îranê, Dewletên Yekbûyî, Rûsyayê rêaksîyonê dide, yanî ew welat di destê Tirkîyayê de amûrek kor û êrîşkar e, ku gelek kes xemgîn dike.
“Li gorî min, kêm-zêde fêhmkirina vê rastîya ku li paytextên navborî bi rastî pêk tê, bûye sedema van nîqaşan”.
Di nîqaşên Konsêya Avropayê ku 3 ê nîsanê de hat lidarxistin, gelek parlamêntarên Avropayê bi zelalî hevsengî di navbera trajêdîya dîrokî, qirkirina Ermenîyan û bûyerên salên dawî yên li Arsaxê de xêz kirin û bal kişandin ser encamên xeternak yên berpirsyarîya dîrokî ya Tirkîyayê û Adirbêcanê hilnegirtin.
“Naskirin û lihevkirin ji bo rû bi rûbûna paşerojê û avakirina paşerojê li ser rastîya dîrokî cesaret lazim e. Ev yek bi taybetî di roja îro de ku di encama hovîtîyên Adirbêcanê de bi sed hezaran kes neçar man Qerebaxê biterikînin, girîng e”.
Yanîs Manîatîsê ji fraksyona “Tifaqa pêşverû ya sosyalîst û dêmokratan” mînaka trajîk ya malbata xwe ya li Împaratorîya Osmanî bi bîr anîye.Ewî dîyar kirîye:
“Ji bîrnebûn û nenasîna rastîyan dibe sedema dûbarebûna dema borî. Bûyerên dawî yên li Qerebaxê ku bi sed hezaran mirov neçar man malên xwe terikandin, li ber wêrankirina sîstêmatîk ya abîdeyên xwe yên çandê rabin, îspata vê yekê ye.
Parlamentarekî din Nîkolas Bêy jî polîtîkayên Tirkîyayê û Adirbêcanê yên berdewam rexne kir û bang li Yekîtîya Avropayê kirîye ku zextê li Tirkîyayê bike da ku sûcên xwe yên berê qebûl bike.
Nûnera Keskan, Markêta Grêgorovayê dîyar kirîye ku Yekîtîya Avropayê dema ku ji wan re tê xwestin nikare çavên xwe bigire. “Werin em piştgirîyê bidin Ermenîstana dêmokrasîya dawî ya li herêmê”,- ewê gotîye.
Hejmarek ji perlêmantarên avropî bi tundî rexne li hevkarîyên Yekîtîya Avropayê di gel Adirbêcanê girtin, bi taybetî di warê dabînkirina gazê û domandina wê yadaştnameya ku bi Bekûyê re hatîye îmzekirin.
Parlamêntarê Îspanyayê yê parlamêntoya Avropayê Fêrnando Barêna Arza, sirgûnkirina ermenîyên bi desê zorê yên ji Qerebaxa Çîya bibîr xist û wiha gotîye:
“Salek berê li Adirbêcanê li Qerebaxa Çîya li dijî ermenîyan paqijîya êtnîkî pêk anî. Qirkirina ermenîyan ya berîya 110 salan hat kirin, qirkirineke ku hemû cûreyên sûcên şer di nav xwe de dihewîne”.
Parlamênter her wiha bal kişand ser girîngîya çalakîyên ji bo azadkirina girtîyên ermenî yên li Bakûyê tên lidarxistin.
“Divê em ermenîyên Qerebaxa Çîya ku niha penaber in ji bîr nekin, girtîyên ermen yên ku bûne mexdûrên darizandinên derewîn ji bîr nekin. Divê em vê reftarên sûc yên Adirbêcanê yên li himberî ermenîyên Qerebaxa Çîya şermezar bikin”.
Wekîla Şêwira Avropayê Marî Tûsên, bal kişand ku dîrok xwe dubare dike, vê carê bi awayên cuda, lê bi heman bêcezakirinê.
“Divê înkarkirina jênosîdê neyê qebûlkirin. Ev yek raste-rast bi neheqî û tundîya serdema me ve girêdayî ye”.
Fêdêrasyona ermenîyên Avropayê ji bo edalet û dêmokrasîyê spasîya parlamêntarên Avropayê kirîye ku rêz li qurbanîyên Qirkirina Ermenîyan girtin û di heman demê de parastina mafên ermenîyên bi destê zorê ji Qerebaxa Çîya hatine derxistin anîn ziman.
Di vê çarçoveyê de pisporê înstîtûta Kafkasyayê Hrant Mîkayêlyan eşkere dibîne ku berjewendîyên aborî yên Yekîtîya Avropayê bi nêzîkatîyên jêopolîtîk re dikevin nav hev. Ew dibîne ku Adirbêcan di warê dabînkirina ênêrjîyê de hevtayê Rûsyayê ye û ev rewş di her rewşê de rola xwe dilîze. Lê pispor behsa hêvîyên ji nîqaşên aktîv yên mijara ermenîyan li ser platformên Avropayê jî dike.
“Ya sereke ew e ku mirov bibîne ku Adirbêcan êrîşkar e û bi ti awayî ne mimkûn e ku bi wê re bi têr axaftin bê kirin. Ew hêrsa ku li wir heye divê bibe rengekî sîyasî û ji bilî Ermenîstanê tu kes nikare vê bike. Yanî divê Ermenîstan helwestek mûzakereyê çêbike, daxwaz û hêvîyên xwe formûle bike”.
Li gorî Mîkayêlyan, daxwazên bi vî rengî wê ji bo Adirbêcanê bibe derbeyek, lê li gorî wî, Ermenîstan dixwaze vê gavê xwe ji pirsgirêkan dûr bixe da ku rê li ber avakirina aşîtîyê negirin.







