Azadkirina rejîma vîzeyê ya di navbera Ermenistan û Yekîtîya Avropayê de dibe ku 4-5 salan bidome: Nêllî Davtyan

Îro seredana duyemîn şandeya pispora ya Avropayê bo Ermenîstanê, ku wê 5 rojên xebatê bidome, ji aliyê Nêllî Davtyanê, seroka dezgeha koçberî û nevwelatîbûnê ya wezîreta karên navxweyî ya Ermenîstanê, di civîneke çapemeniyê de li ser mijara “Pêkanîna sîstema biyometrîk di çarçoveya pêvajoya serbestkirina vîzayê de” hate nirxandin.
“Di encama vê yekê de dê du raporê bêne çêkirin, ku tenê belgeyên ku wê derfeta şîrovekirina me hebe, em ê bikarin serrastkirin yan pêşniyaran pêşkêş bikin. Li ser bingeha wan wê heya meha hezîranê plana çalakiyê bê çêkirin, ku wê îdî nebe belgeyek ku li ser danûstandinan be”.
Dema ku ew plana çalakiyê hebin, her çend me ji ezmûna welatên din nêrînek pir baş hebe, ka wê li wir çi were nivîsandin, wê daxwaz di çar xalên bingehîn de ji me re werin pêşkêş kirin, lê ji xwe li gorî mebestên ku hatine destnîşan kirin, em ê karibin pêşbîniyên diyartir bikin ka çi heyamek hewce dike ku em bigihîjin wê xalê.Yek ji binesaziyên herî tevlihev ku ji bo me nû bû, pêkanîna pergala biyometrîk bû.
Di meha hezîranê de wê plana çalakiyê ji me re were pêşkêş kirin, piştî wê jî Komara Ermenîstanê wê rapora salane ya ku gihîştiye ku derê pêşkêşî me bike.
Nêllî Davtyanê gotîye, di esilê xwe de ew bername ne muhletê ye, ne ew e ku pirsgirêkek me hebe, wek mînak heta nîvsala duyemîn ya sala 2027 a em van armancan ewle bikin.
Dema ku jê hat pirsîn ka wê çiqas dem bigire ku serbestberdana vîzeyê were bidestxistin, ewê bersiv daye: “Divê em çar-pênc sal di hişê xwe de bin”.







